‘Yên bi qeyûm hatin wê bi berxwedanê biçin’

  • 09:08 24 Tebax 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren da zanîn ku ew wek partî wê bi dirûşma ‘yên bi qeyûm hat wê bi berxwedanê biçin’ li kolanan bin û got: “Ev êrîş, ne êrîşeke ku tenê îradeya Gelê Kurd, îrada hemû gelan ji holê radike. Veger tune. Em ê xeleka berxwedanê li kolanan mezin bikin.”
 
Bertekên li hemberê tayînkirina qeyûman a ji bo şardariyên bajarê mezin ya Amed, Wan û Mêrdînê didome. Li dijî tunehesibandina îradeya gel, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, odeyên pîşeyî, aktîvîst û rêxistinên jinan sekneke bi biryar dimeşînin. Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, da zanîn ku ew wê piştgiriyê bidin protestoyên gel û kolanan terk nekin.
 
‘Qeyûm wê rant û talanê bidomînin’
 
Elîfê berxwedanê bi çalakiyên protestoyî yên li hemberê biryarên qeyûm pêk tên silav kir û got wê wek Partiya Şoreşger parçeyeke berxwedanê bin. Elîfê bi lêv kir ku bi hatina qeyûman re îrada gel tune hatiye hesibandin, ev pêkanîneke li dijî hiqûq û mafê mirovan e. Elîfê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi tûnd li dijî vê ne. Ev pêkanîn berdewama talana beriya hilbijartinê kirine. Ji bo talan û rantê bidomînin, qeyûm tayînê şûna şaredarên hatin hilbijartin kirin. Hevşaredarên hatin hilbijartin, talana qeyûman bi belgeyan nîşanê gel da. Ji bo ev nelêrêtî û rant bên veşartin û zêde dernekevin holê peywir dan qeyûman.”
 
‘Pêşîgirtina li qeyûman girêdayê bexwedana niha ye’
 
Elîfê bi lêv kir ku tevî êrîşên polîsan, hemû parlamenterên HDP’ê jî bi gel re têkoşîna xwe dane û wiha berdewam kir: “ Ev êrîş ne tenê li dijî îradeya Gelê Kurd li hember îrada hemû gelane. Ev terora dewletê ye. Em li dijî tayînkirina qeyûman berxwe nedin wê li bajarên din jî qeyûm bê tayînkirin. Pêşîgirtina li qeyûman girêdayê berxwedana niha ye.”
 
‘Yên bi qeyûm hatin wê bi berxwedanê biçin’
 
Elîfê da zanîn ku Partiya Şoreşger bi şîara ‘yên bi qeyûm hatin wê bi berxwedanê biçin’ daketine kolanan û wiha pê de çû: “Em ê tê bikoşin û wan têk bibin. Baweriya me bi vê tam e. Em ê li dijî qeyûman dest ji têkoşînê bernedin.”
 
Elîfê balkişand ser pergala hevserokatiyê jî ku ji bo tayînkirina qeyûman wek hincet hat nîşanda jî wiha got: “Kevneşopiya dewletê bi dijminahiya li hember jinê re tevli hev e. Niha hedefa wan jin in. Dewleta mêr jinên ku li hember wan berxwe didin ceza dike. Di bin dijderketina li hember hevserokatiyê de jî jin hene. Jinên kurd, jinên sosyalîst û berxwedêr wek hêz wek dijmin dibîne. Ji tevera azadiyê Berîtan, Sara, Eylem Ataş, Ozge Balî, Heval her yek mînakek in. Dewlet ji wan ditirse. Jin wekhev e, berxwedan e. Dewlet jî vê baş dibîne. Hevserokatiyê jî darbeyên mezin lê xist. Bêguman wê êrîş bikin.”
 
‘Bila tirsa dewleta mêr zêdetir bike’
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de got li Amedê çawa qeyûm hatiye Seroka Daîreya Jinan ji peywirê girtiye û got: “Stargehên jinan digirin, hîbeyên lijneyên cemawerî dikin. Ez bang dikin; bila ev tirsa dewleta mêr zêdetir bike. Bila zêdetir ji jinan bitirsin. Em hebûn, em hene û em ê hebin. Em natirsin û em ê tora jinan bi hev re xurt bikin. Em wek partî wê li dijî qeyûman li qadan bin. Em ê tu car li dijî qeyûman têk neçin.”