‘Bi qeyûman derbasî pêvajoyek din bû, divê em li heman eniyê bisekinin’

  • 09:16 23 Tebax 2019
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Seroka Odeya Mîmaran a Enqereyê Tezcan Candan Karakuş destnîşan kir ku bi tayînakirina qeyûman a ji bo şaredariyên bajarê Mezin ên HDP’ê, desthilatdarî ketiye pêvajoyek nû û got divê her kes li heman eniyê bisekine.
 
Bi biryara Wezareta Karê Hundir re ji bo şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê yên Wan, Amed û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin û li ser vê bertekên civakê jî didome. Rojek berê li Enqereyê bi îmzeya 44 saziyan daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku divê hikûmet demildest dest ji vê biryara xwe berde.
 
Yek ji saziyên îmze avêt bin metna hevpar a 44 saziyan Odeya Mîmaran a Enqereyê bû. Seroka Şaxê Tezcan Candan Karakuş, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got divê hemû hêzên demokrasiyê ligel hev bisekinin.
 
‘Li ser îradeya gel weke din îrade tune ye’
 
Tezcanê got tayînkirina qeyûman û ji girtina hevşaredaran a ji peywirê ne li gorî hiqûqa gerdunî ye û wiha got: “Gel helwesta xwe nîşan daye, îradeya xwe bi dehan carî di sindoqan de nîşan daye. Li ser îradeya gel îrade tune ye. Heşvaredar bi hinceta lêpirsîn der barê wan de heye, ji peywirê girtin. Heta lêpirsîn bi dawî nebe daraz biryara xwe nede ev ne rast e.”
 
‘Divê wek bûyerek yekane neyê destgirtin’
 
Tezcanê bi lêv kir ku polîtîka qeyûm tenê ji bo Mêrdîn, Amed û Wanê derbasdar nîne û got: “Divê ev bûyerek yekane neyê destgirtin. Ger em dewletek hiqûqî bin, di demokrasiyê de bijîn, divê em mafên mirovan û rêbazên hiqûqê bibînin û mudaxaleyê pêvajoyê bikin. Ji ber vê em tayînkirina qeyûman şermezar dikin û rast nabînin.”
 
‘Demên xwe yên dawî dijîn’
 
Tezcanê destnîşan kir ku rejîma otorîter a Tirkiyeyê dema xwe ya dawî dijî û di pêvajoya dawî de pergal tundtir bûye û ev tişt anî ziman: “Wê îsraf zêde bibe. Wê alîgirên xwe biparêzin û hemû nirxên me tune bikin. Dîrok jî vê nîşan dide. Lê dîrok û tespît nîşan dide ku ev demên xwe yên dawî dijîn. Bêguman divê hesabê vê bê pirsîn.”
 
‘Divê hêzên demokrasiyê li eniyekê cih bigirin’
 
Tezcanê anî ziman ku têkoşîna mafê mirovan a gerdûnî ne girêdayî nêrîn, nîjad û etnîkî ye û ji ber vê jî ger têkoşîna demokrasî û hiqûqê bê dayîn divê hemû kes di eniyekê de cih bigirin û wiha dawî lê anî: “Bêguman dixwazin eniyê parçe bikin. Dixwazin vê eniyê cuda bibînin û mirovan bibin nokteyek din. Ji ber vê zextan zêde dikin. Li hember me rejîmek gelek otokratîk heye. Polîtîka qeyûm bi HDP’ê wê sînor nemîne. Dikare dor bê her kesî. Hewcedariya me hemûyan bi hiqûqê heye. Ji ber vê desthilatdarî ketiye pêvajoyek nû. Ev nîşan dide ku ev zext wê xwe li her derê nîşan bidin. Ne tenê partî û endamên meclîsê, rêxistinên pîşeyî jî ji vê pêvajoyê dikarin para xwe bigirin.”