'Divê Tirkiye li dijî qeyûman bibe yek'

  • 09:02 22 Tebax 2019
  • Ramyarî
ÎZMÎR - Seroka EMEP’ê ya Îzmîrê Emîne Uyar tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Wan, Amed û Mêrdinê şermezar kir û da zanîn ku muxalefet divê wek hevkariya li ser sindoqan li dijî qeyûman jî bibe yek. 
 
Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Îzmîrê Emîne Uyar bi lêv kir ku krîza aborî, talana ekolojîk, tayînkirina qeyûman û pirsgirêkên din yên Tirkiyeyê ji yek çavkaniyê pêk tên û got divê Tirkiye dest ji êrîşên li hemberî destkeftiyên Kurdan berde. Emîneyê her wiha got muxalefet divê wek hevparbûna di sindoqan de li dijî qeyûman jî bibe yek.
 
Emîneyê destnîşan kir ku li Kurdistanê sê şaredariyên bajarên mezin di hilbijartinên herêmî de bi rêjeke ji sedî 60-70 deng girtine û tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyan darbeye, êrîşeke li hember demokrasî û hiqûqê ye. Emîneyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP’ê lêpirsînên ku biryara wan tune hincet nîşan da û hiqûq xesp kir. Her wiha wê êrîş bi vê jî sînor nemînin. Hevşaredar bi aewayekî dijhiqûqî ji peywirê hatin girtin. Divê hemû kesên bi mafê hilbijartinê û demorkasiyê bawer dikin li dijî van qeyûman bertek nîşan bide. Me wek EMEP’ê li Îzmîrê bi Hêzên Ked û Demokrasiyê re bertek nîşan da. Lê em dîsa jî bi qedexeyek dijdemokratîk re hatin rû hev. Em neçar man li salonên girtî bikin lê mirov têde bicih nebûn. Ev hemû îfadeya têkçûn û nebirêvebirina welat a hikûmeta AKP’ê ye.” 
 
'Hiqûq ji her kesî re pêwiste'
 
Emîneyê bi lêv kir ku di hilbijartinên 31’ê adar û 23’ê hezîranê de hemû Tirkiye bû yek, li dijî talankirina xwezaya Tirkiyeyê bûn yek û wiha got: “Bi rojan e li dora Tirkiyeyê daristan dişewitin, balafir ranabin, helîkopter naxebitin. Ev hemû girêdayên hev in. Divê li dijî van binpêkirinên dijdemokratîk bi hev re têkoşîn bê dayîn. Bi rêxistinên demorkatîk, sendîka û partiyên siyasî re. Em wek partî wê ji vir şûnde jî berdewam bikin. Ev ne tenê pirsgirêka Kurd, pisgirêka hemû karker û kedkaran e. Divê her kes li cihê dimîne bertekê nîşan bide. Hiqûq û demokrasî ji her kesî re pêwiste.”
 
‘Divê dev jî êrîşan berdin' 
 
Emîneyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji çareserkirina pirsgirêka Kurd dûr dikevin û herî dawî şîdet bi tayînkirina qeyûman nîşandan, mafên Kurdan ji dest hat girtin. Ev girêdayê polîtîka derve, destkeftiyên Kurdan yên Sûriyeyê û statuyê re girêdayî ye. Tevî ku ji Sûriyeyê li hember Tirkiyeyê êrîş tune jî, hikûmet her tim tezkereyan derdixe. Em dibêjin ku gelên wir dijîn, bixwe biryara ku dikarin bi rêveberiyeke çawa dijîn bidin. Divê DYA û Rusya ji wir derkeve, divê Tirkiye operasyonan pêk neyne. Divê dest ji êrîşên li hember Kurdan bê berdan. Butçeya ji tenduristî û perwerdê re nayê veqetandin ji şer re tê veqetandin. Alavên kuştina mirovan tên hilberandin. Li fabrîkayên Îzmîrê jî tê hilberandin.”
 
‘Hemû pêkanîn girêdayên hev in’
 
Emîneyê anî ziman ku krîza aborî, talana li çiyayên Kaz, tayînkirina qeyûman ji ev cuda nayên nirxandin û çavkaniyên tên bidestxistin ji şer e tê veqetandin û desthilatdarî nikare welat bi rêve bibe. Emîneyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye di navbera du welatên emperyalîst de diçe û tê. Piştî taybetkirina Teşekulên Îktîsadî ya Cemawerî (KÎT), Tekel, Petkîm û Tupraşê şûnde, dewlemendiyên binerdê û serê erdê ji şîrketên navneteweyî yên welatên xwe qirêj nakin re hat pêşkêşkirin. Ji sedî 8 û 4 zema ji bo karkeran tê kirin, ji bo av û ceyranê her tim zem tê kirin. Em ji bo standartên jiyana gelê me bê bilindkirin çavkaniyên xwe diparêzin. Em jî dibêjin ku divê em bi kesên deng bikaranîne re li dijî van pêkanînan têbikoşin.”
 
‘Qeyûmên berê çavkanî didan ku derê?’
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser deynê ku qeyûman berê hiştiye û got: “Tevî vê şaredarî dîsa teslîmê qeyûman hat kirin. Divê hesab bê pirsîn ku çavkanî ji bo ku derê hatine veqetandin. Çavkaniyên şaredariyê ji keda gel pêk tê. Di kontrolkirinê de jî yên herî bi raye gel e. AKP ku nedixwest Stenbolê berde, çavkaniyên xwe ji texrîbat, komele û weqfan re vediqetand. Em hemû dizanin ku ev weqf ji çi re dixebitin.”