Serpîl Kemalbay:Di komkirina hêzên herêmî de Abdullah Ocalan aktor e

  • 09:03 19 Tebax 2019
  • Ramyarî
ÎZMÎR - Serpîl Kemalbay ya HDP’yî diyar kir ku sedemên desthilatdarî li dijî daxwazên rêveberiyên xweser yên gelên Sûriyeyê derdikeve, divê bê lêpirsînkirin û got di komkirina hêzên herêmî de Abdullah Ocalan aktor e. 
 
Parlamentera Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay avakirina ‘herêma bi ewle’ ya ku AKP li Sûriyeyê ava dike û planên di serî de li hember destkeftiyên Gelê Kurd û gelên Sûriyeyê tên kirin nirxand û rola HDP’ê ya di vê pêvajoyê de nirxand.
 
‘AKP-MHP xwe dispêrin dijminahiya li dijî Kurdan’
 
Serpîlê diyar kir ku polîtîka AKP-MHP’ê ya Sûriyeyê, hewldanên di polîtîka şer de israrkirin û xwedubarekirin, bi rastiya herêmê re li hev nayê û desthilatdarî ji ber vê di demokratîkbûna Sûriyeyê û pêvajoya çêkirina destureke bingehîn ya nû de ne piştgir e. Serpîlê wiha got: “Bloka AKP-MHP’ê ne di hewldana berjewendiyên gelê Tirkiyeyê de, di hewldana ku krîza aborî û têkçûna di hilbijartinên herêmî de veşêrî de ye. Piştî hilbijartinê hewldanên xwe yên şer zêde kirin. Bi gotinên bekayê hestên şoven yên gel sor kirin. Her wiha ji zûde ye jî dizanin ku polîtîkayên xwe yên nû yên Osmaniya Nû li Sûriyeyê nikarin pêk bînin. Naxwazin vê qebûl bikin.”
 
‘Bi SDG û kurdan re axaftin berjwendiyên gelên bindest in’
 
Serpîlê di berdewamiyê de got Tirkiye ji bo herêmek bi ewle ava bike, hêza leşkerî ya xwe lê bi cih bike û penaberên Sûriyeyî li wir bi cih bike bi DYA’yê re li ser maseyê runişt lê tiştên dixwest negirt û got: “Nedîtina gelên li wir, hewldanên leşkerî û siyasî yên wir nedîtin, tu zemînê ava nake. Ji sala 2011’an heta niha hêzên emperyalîst li herêmê ne. Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de Rojava, Hêzên demorkatîk yên Sûriyeyê (SDG) û hêzên rojava rêveberiyên xwesr û parastina xweser ava dikin. Ji xwe re qada jiyanê ava dikin. Niha divê ji bo aştiya li Sûriyeyê, pêvajoya avakirina destureke bingehÎn ya nû, xweseriya demokratîk a Kurdan piştgirî bê dayîn. Lê hêzên statîku yên Tirkiyeyê vê qebûl nakin. Ji ber vê Tirkiye winda dike. Tişta divê Tirkiye bike, eve ku divê bi SDG û gelê Kurd re biaxive û piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê. Ev jî wê ji bo berjewendiya gleên bindest yên Tirkiye û Sûriyeyê be.”
 
‘Gel wê gotinên şer di sindoqê de ceza bike’
 
Serpîlê destnîşan kir ku serdestên Tirkiyeyê bi salane bi şovenîzmê li ser piyane lê gel niha li gorî berê zêdetir rastiyan dibîne û mînaka vê jî di hilbijartinên 7’ê hezîranê de hat dîtin. Serpîlê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî 7’ê Hezîranê hevserokên HDP’ê hatin girtin, qeyûm tayînê şaredariyan kirin. Lê HDP tune nebû. Gel HDP xist parlamentoyê. Şaredarî dîsa ji qeyûman girt. Me dît ku gel bi hestên şoven tevnagere. Me di 31’ê Adar û 23’ê Hezîranê de dît.Niha ger ku li dijî pêvajoya demokratîkbûnê bimeşin wê dîsa di sindoqan de hesab bê pirsîn.”
 
‘Divê CHP wêrek be û çareseriyên cuda pêk bîne’
 
Serpîlê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê Partiya Gel a Komarê (CHP) wêrek be û got ger paçeya desthilatdariyê binêrin wê dîsa dubarekirin û tengezarbûn bidome. Serpîlê bi lêv kir ku divê CHP di mijara pirsgirêka kurd de ji desthilatdariyê cudatir nêrîna xwe bêje û ger vê cesaretê nîşan bidin wê modela çareseriya demokratîk pêş bikeve.”
 
‘Ji bo çareseriyê em banga cesaretê dikin’
 
Serpîlê diyar kir ku HDP ji bo pespektîfa aştiyê belav bike ji bo destureke bingehîn a demokratîk, di amadekariya belgeyeke stratejiyê de ye û ev tişt anî ziman: “Em guherîneke ji berxwe de napên. Ya ku guherînekê pêk bîne hêzên tifaqê bîne cem hev HDP ye. Em bo çareseriyê jî banga cesaretê dikin.”
 
Serpîlê bal kişand ser tengezarbûna polîtîka derve ya destilatdariyê û got desthilatdarî di encama vê de çûye ber deriyê Îmraliyê û ev rewş jî nîşaneya polîtîka dîlgirtin û faşîzma dewletê ye. 
 
‘Di komkirina hêzên herêmî de Ocalan aktor e’
 
Serpîlê ev tişt bi lêv kir: “ Li Tirkiyeyê şerekî 40 sale dimeşe heye. Ji bo ev şer bê sekinandin yek ji aktorên girîng tevgera siyasî ya kurd e. Divê bê pirsîn; Tirkiye çima li dijî modela xweseriyê an jî federasyona li Sûriyeyê derdikeve?Çima tu li ya DYA û Elmanyayê dernakevî. Bi salane tu li dijî rêveberiya xweser a gelê ku rastî zilma Esad û Saddam hatine derdikevî. 
Gel rêveberiyeke ku dixwazin xwe bixwe rêve bibin dixwazin. Bi vê hêza xwe dikin yek. Ji bo hêzên herêmî li dora maseyekê bên komkirin hewcedarî bi Birêz Ocalan heye. Ocalan aktor e. Lê Tirkiye lihev digerîne û ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Ji bo gel bibe xwedî helwest, li alî aştiyê helwestê bigire wê HDP jî rola aktîf bilîze.”