‘Di nêzîkatiya li hember Ocalan de cidiyet pêwist e’

  • 09:07 9 Tebax 2019
  • Ramyarî
AMED - Parlamentera HDP’ê  ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku Tirkiyeya ku di aborî, siyaset, jiyana xebatê, pirsgirêka Kurd de krîzê dijî, meclîs ketiye betlanê û der barê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re yên ji 23’ê Hezîranê heta niha de jî wiha got: “Kêfî tev digerin. Divê birêz Ocalan nebe alava hilbijartinê. Divê cidiyet hebe.”
 
Operasyon, zext û binçavkirinên li hember HDP’ê didomin û her wiha meclîs di pêvajoyeke ku krîza aborî, operasyonên dersînor û pakêta darazê tê axaftinê de ket betlaneyê. Hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re yên di pêvajoya grevên birçîbûnê de hatin kirin jî ji 23’ê Hezîranê şûnde dîsa hat birîn. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 7’ê Tebaxê de di hesabê twîtterê de diyar kir ku li Îmraliyê hatiye kirin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş birîna hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re wek ‘bê cidiyetî’ bi nav kir û nêzîkatiya wezîrê dadê Abdulhamît Gul bi bîr anîn. Meralê wiha got: “Ev nêzîkatî derdixe holê ku çiqas bêbawerî û bê perwan e. Em nikarin vê qebûl bikin. Birêz Ocalan jî wek girtiyên xwedî mafê hevdîtinên bi malbat û parêzeran e. Em vê nabêjin. Vê qanûna înfaza ceza dibêje. Ji sala 99’an li gorî hewaya siyasî helwest tê girtin. Di vê mijarê de paradoksek heye. Redkirina serlêdanan durûtî ye.”
 
‘Navnîşana çareseriyê Abdullah Ocalan e’
 
Meralê daxuyakirin ku Abdullah Ocalan ne kesekî ji rêzê ye û ev tişt vegot: “Di encamê de bi dehan carî nîşan daye ku ew yekane navnîşana çareseriyê ye. Di nêzîkatiyan de kêfî tev digerin. Hevdîtinên bi Ocalan re tên kirin divê nekin alavên hilbijartinê, divê cidî bigirin. Divê di nêzîkatiya li hember Ocalan de cidî bin.”
 
‘Naxwazin gotinek din bandor li gel bike’
 
Meralê balkişand ser zextên li ser HDP’ê û geşedanên di rojevê de û got: “Desthilatdariyê dest ji êrîşên li hember HDP’ê berneda. Ji ber desthilatdarî hêza HDP’ê dizane. Dizane ku hêza HDP’ê her diçe mezin dibe û hezkirin, sempatiya li hember HDP’ê mezin dibe. Li aliyê din HDP her roj derewên wan derdixe holê, polîtîkayên wan yên ku zirarek mezin dide gel, hilweşînên mezin çêdike, dide bihîstin. Di encamê de jî AKP-MHP naxwaze, ji bilî wan gotina kesî li ser civakê bi bandor bike. HDP êdî ne partiyeke ku bi zextê bê çewisandinê ye. HDP’ê ev bi dehan carî nîşan da. Partiyek ku hevserokên wê girtîbû, dîsa jî nesekînî. Piştî qeyûm tayînê şaredariyan bû nesekinî. Bi dehezaran kes hatin girtin ew nesekinîn. Li pêş xwe mêze kir. Di 7’ê Hezîran, 1ê Mijdar, 16’ê Nîsan, 24’ê Hezîran, 31’ê ADarê û 23’ê Hezîranê de HDP her tim pêş de çû.”
 
‘Bila desthilatdarî fêm bike: HDP partiya mîlyonan e’
 
Meralê her wiha bi lêv kir ku HDP hêviya pêşerojê ya welat e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zextên li ser HDP’ê didomin. Hefteya borî bi ser mala du hevşaredarên me de girtin û binçav kirin. Endamên meclîsê û hevserokên navçeyan hatin girtin. Lê bila AKP êdî vê fêm bike. HDP ji vê rê venagere. Ji ber HDP partiya mîlyonan e.”
 
‘Di vê pêvajoyê de betlane ne ferz bû’
 
Meralê ketina betlanê ya meclîsê jî rexne kir û got: “Ne hawireke ku mirov bikevin betlanê bû. Li aliyekî biryarên şer tê girtin, nîqaşên di mijara Îdlîb, Suriyeyê de. Nîqaşên F35’an. Dema mirov vê tabloyê li ber çavan digirin rewşa ku betlane bê kirin tune ye. Lê AKP û MHP dixwaze vî welatî bi Bahçelî û Erdogan re bibin. Bi rejîma du kesî re pirsgirêka welat nayê çareserkirin. Pakêtên darazê tê nîqaşkirin, bi sedan girtî li bende vê pakêtê ne, bi dehan rojnameger girtîne, akademîsyen û siyasetmedar girtîne. Armanca betlanê di esasê de daxwazkirina bêdengkirina gel e.”