DBP xwe ji nû ve ava dike

  • 12:33 8 Tebax 2019
  • Ramyarî
AMED - DBP bi rojeva "Mîsyon û ji nû ve avakirinê" civîna xwe ya MYK'ê li darxist. DBP'ê di civînê de hemû rêxsitinên xwe yên bajar û navçeyan fesih kirin û biryar da ku  hemû kadroyên wê tevli saziyên siyasta demokratîk û rêxistên civakî bibin. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbarê encamên civînîa xwe ya Lijneya Rêveberiyê ya Navendê (MYK) ê de daxuyaniyek nivîskî weşnad. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew di civînê de li ser mîsyon û ji nû ve avakirinê axivîne û hin biryarên girîng standine.  
  
DBP'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "DBP'ê di pêvajoyek wisa de li Tirkiye li dijî faşizmê armanc dike ku siyaseta demokratîk xurt bike valahiyên qadên siyasî tije bike. Aliyên lawaz ên siyasetê jî xurt bike. Li ser vî esasî qada rêxistinbûna xwe ji nûve li ber çavan girtine û biryar dane ku ji nû ve xwe ava bikin. Li ser vê yekê bi rêxistinên eleqeder re civîn pêk anine û niqaş kirine. Di civîn û niqaşan de biryar dane ku li hin qadên lê bi rêxistin xwe paşve bikişîne. Bi vê nêzîkatiyê armanc dike li dijî faşizmê têkoşîna siyasî ya demokratîk ku gel dimeşîne bêtir bi hêz bikin û berdewam bikin. Partiya me li gorî pêvajoya siyasî û dîrokî biryara ji nû ve avakirinê niqaş kiriye. Niqaşên xwe bi rêveberiyên xwecihî, herêmî û navendî re meşandine. 
 
Li gori van niqaşan DBP'ê  ji bo li dijî faşizmê rexistinbûna siyaseta demokratîk pêş bixe biryar daye ku rêxistinên bajar û navçeyan ên tirkiye fesh bike. Hemû qadroyên xwe jî tevli rêxistinên siyasetê bike û tev i rêxistinbûna civaka demokartîk bike. Em li dijî faşîzmê rêxistinbûn, hêzkirina siyaseta civakî û demokratik û mezinkirinê esas digirin û dikin armanca sereke. 
 
Em armanc dikin ku li Amed, Mêrdîn, Wan, Dîlokê siyaseta demokratîk û civaka demokratik ava bikin û li gorî vê rol û mîsyonê mîsyona xwe ya perwerdehiyê bikin xebata bingehîn."