Parlamenter Remziye Tosun: Em ê li dijî şer têbikoşin

  • 09:04 28 Tîrmeh 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Remziye Tosun ya HDP’î diyar kir ku bi operasyonên derveyê sînor êrîşî yekitiya Gelê Kurd dikin û wiha got: “Bi pereyên ku ji bo vî şerî tê razandin, dikare welat ji xizaniyê bê xilaskirin. Bi hezaran malbat nikarin nan bibin mala xwe û desthilatdarî jî çek û balafirên bi mîlyon dolarî dikire. Li dijî vê tartiyê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
Hêzên Çekdar yên Tirk (TSK) li hember Herêma Federal a Kurdistanê operasyonên dersînor dimeşîne û herî dawî jî di şeva 19’ê Tîrmehê de Kampa Penaberan a Rustem Cudî (Mexmur) bombebaran kir. Di bombebaranê de 2 sivîl birîndar bûn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun der barê operasyonên berdewam dikin de nirxandin kir.
 
Remziyeyê bi lêv kir ku şerekî germ tê meşandin û ji Licê heta Mexmûrê, ji Heskîfê heta bakurê Sûriyeyê her der tê bombekirin û hilweşandin. Remziyeyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev êrîş ji hev cudatir nînin. Zilma li ser axa gelan  li wan dikin têr nake, xizaniya ferz dikin têr nake. Niha jî operasyon û êrîşên derveyê sînor pêk tînin. Di bin navê ‘Operasyona Pençe’ de her derê bombe dikin û hildiweşînin. Di rojên borî de şeva 19’ê Tîrmehê de balafirên ji Tirkiyeyê rabûn Mexmur bombe kirin û 2 kes birîndar bûn. Bi bombekirina welatiyên sivîl gelo çi ket destê wan? Em beriya her tiştî Barzanî şermezar dikin.Napirse ku ‘çi karê Tirkiyeyê li ser axa wan  heye?’. Pêşeroj û jiyana Gelê Kurd nafikire.”
 
‘Tirkiye leşkerên xwe jî nafikire’
 
Remziyeyê bertek nîşanê êrîşan da û got şer ji bilî xizanî û koçberiyê tu tiştekî nayne û ev tişt bi lêv kir: “Yên herî zêde ji şer bi bandor dibin jin û zarok in. Tirkiye kujerê bi sedan jin û zarokî ye. Di êrîşên DAIŞ’ê de dîsa piştgiriya Tirkiyeyê hebû. Ji wir jin û zarok hatin revandin. Jİn hatin desteserkirin û li bazarên koleyan hatin firotin. Tirkiye berpirsê vê jî ye. Ne tenê gelê sivîl, leşkerên xwe jî nafikirin. Dişînin mirinê. Ji ber ku ji bilî desthilatdariya xwe tiştekî nafikirin. Leşkerên dimrin jî hemû zarokên malbatên xizanin. Yên dewlemend pere didin û naçin leşkeriyê. Yên pereyê wan tune jî diçin mirinê. Yên ji şer hez dikin ew in lê tu car zarokên wan neçûne leşkeriyê. Divê gel vê bibîne. Di bin navê bekayê de operasyonan dikin. Divê tu dayik û bav destur nede mirina zarokên xwe.”
 
‘Ji bilî taritiyê ev welat tiştekî din najî’
 
Remziyeyê her wiha anî ziman ku ji ber xizaniyê zarokên biçûk bi destheqek kêm tên xebitandin û wiha got: “Bi pereyên ji şer re radizînin dikarin vî welatî ji xizaniyê xilas bikin. Bi hezaran malbat nikarin nan bibin mala xwe. Lê bi mîlyon dolaran balafir û çek tên girtin. Gel tê mexdurkirin. Ev welat ji bilî tarîtiyê tiştekî din najî. Li vî welatî pisgirêkên tacîz, tecawiz, kuştina jinan, cînayetên kar, binpêkirina kedê, nîjadperestî, faşîzm û betaliyê hene. Lê desthilatdarî tenê li ser şer disekine û her derê bombe dike. Me wek HDP’ê li dijî şer helwesta xwe zelal daniye holê. Di mîtîna me ya 22’ê Tîrmehê ya li Amedê de jî me ev aşkera danî holê.”
 
Remziyeyê got li qadê bi hezaran kesî aştî qîr kiriye û got tu şansê desthilatdariyê tune û divê deng bide vî dengî, an jî wî welatî ji tarîtiyê xilas bike an jî wê bi destê xwe mahkumê tarîtiyê bike.