Saleke meclîsê: Têgeha wekheviya zayenda civakî hat rakirin

  • 09:08 26 Tîrmeh 2019
  • Ramyarî
ENQERE -  Ketina betlanê ya TBMM’ê ya di pêvajoyek têr û tije de, hîna tê nîqaşkirin û di salekê de pêşnûme û lêkolînên hatin kirin bi destê AKP û MHP’ê yek bi yek hatin redkirin. Hikûmetê Peymana Stenbolê li ber çav negirt û  di Plana Pêşvebirina 11’emîn de têgeha wekheviya zayenda civakî jî hat derxistin.
 
Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) di 18’ê tîrmehê de ket betlanê. Meclîs wê di 1’ê cotmehê de vebe. Daneyên derbarê meclîsê de, nîşan didin ku di salekê de tenê ji bo tifaq AKP û MHP’ê xebitiye. Pêşnûmeyên û pêşniyarên komîsyona lêkolînê yên partiyên muxalefetê dan jî bi destê AKP-MHP’ê hatin redkirin. Parlamenterên jin, der barê îstîsmara zayendî ya li hember jin û zarokan, derbarê tacîz û tecawizê de her tim pêşnûme dan û daxwazkirin ku komîsyona lêkolînê bê avakirin. Lê pêşnûme hemû bê bersiv man.
 
Mayîndekirina OHAL’ê mijara ku herî zêde hat nîqaşkirinê bû. Di salekê de pêşnûmeya qanûnî ya anîn meclîsê de tenê 40 pêşnûmeyên qanûnî hatin qebûlkirin. 57 di rojevê de ne û 983 heb jî di komîsyonê de man. Partiyên muxalefetê pêkanîna mayîndekirina OHAL’ê ya di salê de jî rexne kirin.
 
Ji bo balê bikşînin ser grevan çalakî hatin kirin
 
‘Dayikên Laçikspî’ yên bi armanca grevên birçîbûnê bi dawî bin û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe, li ber Meclîsê çalakiya runiştinê ya 5 rojan pêk anîn. Ligel dayikan, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi armanca balê bikişînin ser grevên biçîbûnê li Meclîsê çalakiya greva birçîbûnê û rûniştinê pêk anîn. Ligel vê parlamenterên jin yên HDP’ê li ser kursiyê ji bo balê bikşînin ser grevên biçîbûnê çalakiya dagirkirina kursiyê pêk anîn, ji bo partiyên din jî dengê xwe bilind bikin, kedin nav hewldanan, bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de.