Hevşaredar Yildiz Çetîn: Me bi kooperatîfên jinan lez da xebatên xwe

  • 09:06 24 Tîrmeh 2019
  • Ramyarî
Zeynep Durgut
 
WAN - Hevşaredara HDP’ê ya Erdîşê Yildiz Çetîn diyar kir ku dê xwebatên xweser ên jinan li qadan pêşve bibin û rêxistinbûna jinê xûrt bikin. 
 
Hevşaredara Erdîşa Wanê Yildiz Çetîn, diyar kir ku dê di xebatên xwe de beyanameya jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) esas bigirin û hewl bidin ku bighijin jinên li Erdîşê dijîn. 
 
Yildizê di destpêka axaftina xwe de li ser perwerdeya komxebatê rawestiya û wiha got: "Di sala 2016’an de gelek şaredariyên me ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Qeyûm di serî de deskeftiyên jinan hedef girt. Lê di 31’ê Adarê em li gelek deveran bi ser ketin. Em hevşaredarên jin beyanameya jinan esas digirin û li ser vê esasî xebatên xwe didin meşandin. Em ê her tim li qadan bin û xebatên jinan bi rêxistin bikin."
 
'Li taxan anket tê çêkirin'
 
Yildizê, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser projeyên jinan û wiha axivî: "Em niha bersiva pirsa em ê ji bo Erdîşê çi bikin digerin. Me di serî de Midûriyeta Jinan aşkera kir. Me komîsyonên xwe bi rêxistinkirin û niha bi pêşengiya komîsyonên hatî aşkerakirin li taxên Erdîşê anket çêdikin. Li gorî encama anketê em hewcedariyan tespît bikin û dest bi xebatan bikin."
 
'Li dijî astengiyan dê xebatên xwe bidomînin'
 
Yildiz, diyar kir ku niha xebatên wekî werzîş û atolyeyên jinan ji hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gel vê mêvanxaneya jinan me vekir. Ev mêvanxanê dê ji bo jinan belaş be. Her wiha di bexçaya nexweşxanê de ji welatiyan re dê şorbe bê belavkirin. Lê ev xebata me ji aliyê rêveberiya nexweşxaneyê ve tê astengkirin. Li dijî hemû astengiyan em ê vê xebata xwe ji bidîn meşandin."
 
‘Me lez da xebatên jinan' 
 
Yildizê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê bi avakirina kooperatîfên jinan lez bidin xebatên xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Navçeya Erdîşê bi gola Wanê tê nasîn. Xebata me ya sahîlê ji hat destpêkirin. Ev xebata me jî di nav xebatên jinan de cih digire. Ji bo bêhnvedana jinan û hem jî ji bo qadên îstîhdamê xebatên taybet hatin destpêkirin. Her wiha xebata hevşaredara me ya berê Dîba Keskîn ya ji bo zeviyên tiriyan hebû û em ê xebata wê bidomînin. Em ê wan bînîn û li bazaran û fuaran bifroşin. Me wekî şaredariyê Erdîşê bi kooperatîfên jinan dest xebatên xwe kirin. Ev xebatên me xweser in û dê qada jinan de bên destpêkirin. Xebatên me ji bo ciwan û astengdaran berdewam bikin.