Belgîn Dîken: Em ê hem deynan bidin û hem jî xebatên xwe bidomînin

  • 09:03 23 Tîrmeh 2019
  • Ramyarî
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Şaredariya Yenîşehirê ku hewl dide texrîbatên qeyûm pêk anîne ji holê rake, dest bi projeyên xwe yên wekî çand û huner, xebatên ji bo ciwanan, jinan û îstîhdamkirina jinan kir. Hevşaredara Belgîn dîken diyar kir ku ew projeyên xwe li gorî pêşniyarên civînên li taxan ku li dar dixin pêk tînin û ev tişt got: "Em ê di vê pêvajoyê de hem deynê qeyûm hiştiye bidin û hem jî xebatên xwe bidomînin." 
 
Şaredariya Yenîşehirê ku qeyûm tayînî wê hat kirin di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve paşve hat standin. Belgîn Dîken, a ku hevşaredar hat hilbijartin diyar kir ku karê wan ê yekem bû rakirina barîkat û têlên li ber deriyê şaredariyê. 
 
'178 milyon deyn hiştine'
 
Belgînê anî ziman ku ew pirsgirêkên di dema qeyûm de bi gel re niqaş dikin û bi mudurên yekîneyan, endamên meclisan re jî lêkolînê dikin. Belgîn wiha berdewam kir: "Me hewl da ku pirsgirêk û windahiyên pêk hatine tespît bikin. Qeyûm 178 TL deyn hiştiye. Çawa em hatin me mudurên yekîneyan guhertin. Em niha hatine asta ku em muduriyeta xwe ya jinê ava bikin."
 
'Me saziyên xwe paş ve xwestin lê red kirin'
 
Belgînê anî ziman ku qeyûm çawa hat serî saziyên jinan girtin, bi girtina saziyên jinan texrîbata xwe berdewam kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mala Jiyanê ya Jinê, malên şînê yên li taxa, sazî û wesayit ji bo 10-15-20 salî ji aliyê qeyûm ve hatine dewer kirine. Piraniya van saziyan jî li Amedê dewr kirine. Me bi biryara meclisêxwest ku em wan paşve bistînin. Lê serlêdanên ku me kirin hemû hatin redkirin.  Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku yekîneyên me yên jinan hatine dewerkirin em nikarin yên nû vekin.  Lê em ê di xebatên xwe yên dema bê de bêhtir ji bo îstihdamkirina jinê bixebitin. Em niha li ser projeyên wekî bazarên taxan ji bo jinan û li ser seravaniyê radiwestin."
 
'Em ê her mehê şahiyên cur bi cûr ên çandê pêk bînin'
 
Belgîn derbarê kampanyaya xwe ya paqijiyê de jî agahî da û wiha got: "Ger ku em mala xwe paqij digirin divê em navçe, bajar û taxa xwe jî paqij bigirn. Me ji taxa Şehîtlikê dest bi paqijiyê kir û me bi semta Ofîsê berdewam kir. Herî dawî jî me li taxa Ben û Senê xebata xwe berdewam kir. Wê berdewamiya vê jî bê. Em dibînin ku ev xebata me ji aliyê gel ve jî rastî eleqeyeke mezin tê.  Qada Yenîşehirê ji Pira Dehçavî heta bi Organîze Sanayiyê ye.  Li vê qadê gelek park û bahçe hene. Dema ku em hatin ser kar ev qad ne paqij bû lê me bi tayînkirin mudureke jin ev qad dan paqijkirin û piştî karê ronîkirinê me kirin xizmeta gel.  Cihê şikestî jî me tamîr kirin. Em ê di dawiya meha tîrmehê de ji bo ciwanan şahiyekê li dar bixin.  Piştî vê mehê jî her mehê bi xebateke din a çand û hunerê em ê di xizmeta gelê xwe de bin."
 
'Em ê hem deynê hatine kirin bidin hem jî xebatên xwe bikin'
 
Belgîn diyar kir ku wan li taxan civîn dane destpêkirin û xebatên taxan jî wê li gorî daxwaza gel bidin meşandin. Belîgînê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê kêmasiyên taxan bi gel re tespît bikin û bi awayekî  vekirî bi şaredariyeke bi hişmendiya azadiya jinê tevdigere pêk bînin. Em ê di vê serdemê de hem deyênê ji qeyûm mane bidin û hem jî xebatên xwe  berdewam bikin. Gelê me wê li cem me be ji ber ku ev şaredarî bi îradeya gel hat standin. Wê gelê me li îradeya xwe xwedî derê. Em ê bi gelê xwe re bi ser kevin."