Gulşen Ozer: Em jinan vedixwînin xebatan

  • 09:11 20 Tîrmeh 2019
  • Ramyarî
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer xebatên piştî qeyûm nirxand û wiha got: “Em hem di asta biryar û hem jî di asta xistina meriyetê ya projeyên xwe de bi gelê Bismilê re tev digerin. Em bang li hemû jinan dikin ku hestiyar tev bigerin û bi me re bixebitin.”
 
Di 4’ê Sibata 2017’an de qeyûm tayînî şaredariya Bismilê bûbû û hevşarên DBP’ê Cemîle Emînoglu û Resul Sari ji peywirê hatin girtin. Şaredarî di hilbijartinên 31’ê Adarê de dîsa ket destê HDP’ê û hevşaredarên wê Gulşen Ozer û Orhan Ayaza ji sedî 72 deng girtin û qeyûm şandin. Hevşardar Gulşen Ozer projeyên li ser dixebitin vegot.
 
‘Têr nake lê em ê bidomînin’
 
Gulşenê destnîşan kir ku şaredartî tê wateya gel û peywira şaredariyê xizmeta ji bo gel e û wiha got: “Xizmetên me jî didomin. Me parqên xwe li ber çavan derbas kir. Me tamîr kir. Ji bo jin bi şev jî bigerin me lambe li navçeyê bicih kirin. Dema li parqan lambe tune be jin bi fikar in. Ji bo xwe di ewlehiyê de hîs bikin em ê her tiştî bikin. Me dest bi çêkirina riyan kir. Me riyên navçe û gundan çêkir. Me xebatên DEDAŞ û gaza xwezayî qedand. Em niha jî hewl didin riyan biqedînin. Ev xebat bêguman têr nakin. Em ê bidomînin. Em niha Navenda Çanda Jinê wek avahiya şaredariyê bi kar tînin. An em ê ji wan re cihekî amade bikin an jî em ê ji xwe re jî cihekî çêbikin û navenda wan teslîmî wan bikin. Em ê hemû saziyên xwe ji nû ve çalak bikin.”
 
‘Em hewl didin piştgiriyê bidin jinan’
 
Gulşenê bi lêv kir ku ew xebatên jinan yên xweser dimeşînin û got : “Rez û erdekî 100 donimî heye. Niha jin li wir dixebitin û hilberînê dikin. Jinên dixwazin dikarin biçin wir bixebitin. Em wek aboriya komunal fikirî. Armanca me ya ku em vê xebatê bikin kooperatîf heye. Me cihê xwe girt,em niha rêzikname û binesaziya wê amade dikin. Me lênerîn û çandiniya rez û baxçe kir. Em bi firotinên ji wir re sîrkulasyona rêjeyê dikin. Hevalên jin pel kom kirin û firotin, bi vê jî şitl girtin. Dixwazin aboriya xwe ew bixwe vegerînin. Em jî çi ji destê me tê dikin.”
 
‘Di kolana jinê de wê rengê jinê hebe’
 
Gulşenê anî ziman ku di pêvajoya pêş de hedef dikin ku ‘kolana jinê’ vebikin û got: “Di vê kolanê de wê rengê jinê hebe. Ji tenduristiyê bigire heta perwerdeyê wê her tişt tê de hebe. Em ê cihên ku jin dikarin xwe azad îfade bikin biafirînin. Ne tenê navê jinê wê xebatên jinê jî li wir bên meşandin.”
 
‘Bila jin bên bi me re bixebitin’
 
Gulşenê her wiha diyar kir ku ji bo xebatan hemû derfetên şaredariyê didin zorê û got: “Ger evqas deyn tunebûna me yê wisa zehmetî nekişandiba. Wê barê me sivik bûna. Lê niha butçeya me pir kêm e. Deynê qeyûm li ser me ma.Gelê Bismilê gelek hestiyar e. Ji roja em hatine hilbijartin gel dixwaze bi me re bixebite. Em bang li hemû jinan dikin ku bi me re bixebitin.”