'Em ê Norşîn û Elbaxê bi hev re xweş bikin'

  • 09:10 18 Tîrmeh 2019
  • Ramyarî
Zeynep Durgut
 
WAN/BEDLÎS - Hevşaredarên Norşîn û Elbakê der barê polîtîkayên qeyûman ên li navçeyan de nirxandin kirin. Hevşaredaran diyar kirin ku qeyûman hem di warê aborî de û hem jî di warê manevî de ji bo van navçeyan tu kar û xebat nekirine. Hevşaredaran gotin ku piştî HDP bi ser ket deriyê şaredariyan ji gel re hatin vekirin û bi gel re dest bi kar û xebatan hat kirin.
 
Di sala 2016’an de gelek şaredariyên DBP’ê ji aliyê qeyûman ve hatibûn dagirkirin. Piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şaredariyên bajar û navçeyên ku ji aliyê qeyûman ve hatibûn dagirkirin yek bi yek ji destên wan girtin. Têkîldarî polîtîkayên qeyûman û projeyên ku dê hevşaredarên HDP'ê pêk bînin de Hevşaredara Elbaka Wanê Şengul Polat û Hevşaredara Norşîna Bêdlîsê Dîlek Ozan nirxandin kirin. 
 
‘31’ê adarê deriyên şaredariyê ji gel re vebûn’
 
Hevşaredara Norşînê Dîlek Ozan diyar kir ku piştî HDP bi ser ket li Norşînê jî deriyên şaredariyê ji gel re hatin vekirin û wiha axivî: "Di serdema çûyî de Norşîn di destê şaredariya DBP’ê de bû. Lê wekî her şaredariyek DBP’ê qeyûm tayînî şaredariya Norşînê jî kirin. Lê gelê Norşînê 31’ê adarê bi çuyina ser sindoqan bersiva herî girîng da. Piştî ku HDP’ê şaredarî qezenc kir ev ji gel re bû sedema kelecaneke mezin. Ji ber ku gel ji qeyûman bêzar bibû. Her wiha ketin û derketina şaredariyê jî ji gel re pirsgirek bû, gel nikaribû pirsgirêkên xwe ji şaredariyê re ragihanda.” 
 
‘Dê jinan re qadên kar vekin' 
 
Dîlekê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser avakirina projeyan û got ku ew ê ji jinan re qadên kar vekin û wiha got: "Em ê li gorî pêdiviyan ji gelê xwe re xizmetê bidin. Ji ber ku civaka ji mêr û jinan pêk tê divê em bi awayê wek hev nêzî civakê bibin. Di civakê de rol û misyona jinan pir zêde ye. Pergala hevşaredariyê bêgûman bi têkoşîna jinan li ser piyan ma. Em ê li navçeyê navendên jinan û kooperatîfên jinan vekîn. Biserketina DHP'ê biserketina jinan e. Jin dixwazin bi hev re rêve bibin û bi hev re têbikoşin. Em ê bajarên xwe bi jin û ciwanan bi rêve bibin."
 
'Li Elbakê texrîbateke mezin hebû’
 
Hevşaredara Elbakê Şengul Polat ji bi lêv kir ku qeyûm li Elbakê texrîbatên mezin pêk anîne û wiha pê de çû: "Li her bajarekî Kurdîstanê ji qeyûman re heman bersiv hat dayîn. Gel bi dirûşma hûn nikarin vîna min binpê bikin û ez ê xwedî li vîna xwe derdikevim çû ser sindoqan. Gelek şaredar bi hinceta ku bi KHK'ê ne mazbata nehat dayîn. Îktîdar bi dek û dolabên xwe hîn şaredarî desteser kir. Lê piştî em bi ser ketin gel herikî şaredariyê û kêfxweş bû."
 
'Em ê projeyên xwe bidin dest pê kirin'
 
Şengulê bal kişand ser pirojeyên xwe jî û ev tişt got: "Em ê piştî vê demê şûnde bi gelê xwe re bimeşîn. Çiqas ji destê me bê em ê navçeya xwe bi polîtîkayên jinan rêve bibin. Ji ber ku îcreata yekem a qeyûman hedefgirtina polîtîkayên jinan bû. Projeyên ku di dema şaredariya DBP’ê de hatibûn destpêkirin tev ji aliyê qeyûm ve hatin betalkirin. Li Elbakê atolye û serayên jinan hebûn ew ji hatine kilîtkirin. Midûryeta Polîtîkayên Jinan ku di bin banê şaredariyê de dixebitî hatiye girtin û li cihê wê di bin navê Midûryeta Çandê de saziyeke bi hişmendiya îktîdarê hatiye vekirin. Lê em ê van projeyên ku hatine îptalkirin ji nû ve bidin destpêkirin û zindî bikîn.” 
 
‘Em ê bi hişmendiya kolektîf bixebitin’
 
Şengulê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wan stratejiya xwe ya pênc salan aşkere kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wekî şaredariya HDP’ê ji bo pênc salan projeyên me hene û piştî ku me di meha îlonê de ev proje di meclis şaredariyê re derbas kirin, em ê li gel jinan gund, bi gund bi hişmendiya kolektîf van projeyên xwe pêk bînin. Em ê bîrdoziya HDP’ê li Elbaxê bidîn avakirin. Ji ber ku jin dema bixwazin dikarin her tiştî bikin. Ji bo ku em Elbakê bikin navçeya jinan em ê tebikoşîn.”