Fîgen Yuksekdag: Jiyan her roj mafdariya me piştrast dike

  • 09:08 15 Tîrmeh 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Fîgen Yuksekdag geşedanên rojane nirxand û da zanîn ku ji bo avakirina tifaqek demokratîk a paqij serbixwe ava bibe, hewceyê bi dîrayet, samimiyet û bedeldayînê heye.
 
Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ji girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê ji 4’ê mijdara 2016’an heta niha girtiye, rewşa siyasî, pêvajo û geşedanên rojane nirxand.
 
*Rûniştina we di 14’ê hezîranê de hat dîtin. Ji dosya we ji 30 salî heta 83 salan ceza der barê we de tê xwestin. Hûn dikarin hinekî pêvajoyê vebêjin. Ev bû 12 rûniştin hûn dikarin qala rûniştinan bikin? 
 
Dozên me wek operasyona tolgirtina siyasî û darbeyê dest pê kir û wisa didome. Li hemberî xeta aştî û edeletê ya HDP’ê êrîş pêk hatin. Di hemû darizandinên siyasî yên dîrokê de ev wisa hatiye dîtin. Pêvajoya darizandina dijhiqûqî wek desthilatdariya siyasî dipan pêk nehatin, encam nedan. Hedef dikirin ku potansiyela HDP’ê bikşînin lê gel eleqeya li hember partiya xwe xûrt kir. Operasyona tasfiyê ya AKP’ê têk çû. Ez bawer dikim ku ji vir şûnde wê gelên me ji têkoşînê zêdetir hêzê bigirin. Asta ku em hatinê ez dikarim bêjim ku em bi ser ketine. Cezayên hatine xwestin û hatine dayîn tu car pêşî li têkoşîn û hewldana me negirtiye. Heta îro der barê min de bi giştî 8 sal û nîv cezayê teqez bûye heye. Cezayê tê xwestin jî 83 sal derbas kiriye. Li gorî min ev jî aciziya siyasî ya desthilatdariyê nîşan dide. Heta edeleta rast pêk neyê wê têkoşîn bidome.
 
*Hûn di her rûniştinê de ji ber geşedanên li Sûr û Cizîrê xwe rexnedayînê didin. Axaftinên we gelek bi cesaret û serbililndî hat nirxandin. Ev cesareta we ji ku tê?
 
Tiştên li Cizîr û Sûrê hatin jiyîn tu car nayên jibîrkirin. Ez êş, kêmasî û hesta berpisryariya wê pêvajoyê her tim hîs bikim. Di xwerexnedayîna min de tu tiştekî ecib tune. Ji bo neyê jibîrkirin ev pêwiste. Min dema hebas ji berpirsên şer û mirinê pirsî, xwe rexnedayîn jî kirin, gelek girîng e. Ez gelek rehetim. Ji ber pozîsyona me ya siyasî vê pêwist dike. Li hember Gelê Kurd, hemû kesên xwedî gotin divê xwe rexnedayînê bidin.  Ez çawa bersivê bidim pirsa we ya cesaretê nizanim. Cesaret têgeheke diguhere ye. Mînak tevgereke min ya ji alî we ve bi cesaret tê dîtin, di alî min de wisa nîne. Di siyasetê de hûn jin bin, muxalîf bin, mirov neçarin hinek bi cesaret bin. Siyaseta demokratîk şoreşger beyî cesaret nikare bê kirin.
 
*Piştî grevên biçîbûnê şûnde tecrîd hat şikandin û piştî 8 salan şûnde parêzeran li Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. Dema grevê berdewam dikir 8 kesî li dijî tecrîdê jiyana xwe ji dest da. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin? 
 
Rakirina tecrîdê, bi serketina grevên birçîbûnê geşedanek siyasî ya girîng bû. Bi pêngava pêşeng a Birêz Leyla Guven her kes seferber bû. Ev bi tena xwe asteke. Piştî 8 salan şûnde parêzeran hevdîtin kir, piştî 3 salan şûnde jî malbatê dest hevdîtinan kir. Lê ya esas şikandina tecrîdê bû û vê jî di siyasetê de pêngaveke girîng da destpêkirin. Raya giştî û gelên Tirkiyeyê nîşan dane ku hewcedarî bi peyamên Birêz Abdullah Ocalan heye. 
 
Bi rastî jî ger pêvajoyek çareseriyê hebe hewce bi mudaxaleya polîtîk a gelan heye. Grevên birçîbûnê û encama hatiye girtin ev nîşanê me daye. Mixabin li Tirkiyeyê di demên rejîmên faşîzm de beyî bedel destkeftî nabin. Çareseriya siyasî ya demokratîk û pêşketina zemîna wê bi têkoşînek xurt tê bidestxistin. Li gel ku windahiyên mezin çêdibin jî qehremanî û rûhê fedayî yên xûrt jî derdikevin holê.
 
*Di hilbijartinên 23’ê hezîranê de namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu li gorî hilbijartina beriya vê dengên xwe zêde kir û ferqa di navberê de derxist 800 hezarî. Hilbijêrên Kurd jî rolek girîng lîstin. Hûn vê çawa dinirxînin?
 
Em di hilbijartinên Stenbolê de dibînin ku hilbijêrên HDP’ê di siyasetê de cihekî girîng dibînin. Li Stenbolê edeletê xwe girt lê li 6 navçeyên ku HDP’ê qezenc kiribûn û îrada gel hat xespkirin heman tişt nehat jiyîn. Heta ku ev pisgirêk hebe bila tu kes behsa edeleteke mayînde neke. Kurdan li bajarên Rojava her tişt da ber çavê xwe û piştgirî dan namzetên CHP’ê. Lê li dijî xespkirina şaredariyên HDP’ê tu helwest nîşan neda. Îro Kurdan ji avahiyên şaredariyê nagirin hundir. Wek li ya Giyadînê çêbû, hevşaredar û nûnerên şaredariyê hatin derbkirin, kelepçekirin û birin qerekolan. Kesên li hember vê bêdeng bimînin, berpirsin. Aliyê herî girîng yê hilbijartina Stenbolê ev bû ku biryarbûn û xwedîderketina gel ali CHP’ê û namzetê wê bû.
 
*Hilbijartinên Stenbolê wê bandorek çawa li siyaseta giştî bike? Hûn dixwazin der barê vê de çi bêjin?
 
Hilbijartinên Stenbolê ji xwe rojeva hîmê siyaseta tiştî bû. Di serî de Erdogan digot hilbijartina Stenbolê tê wateya windakirin an jî qezenckirina Tirkiyeyê. Heta desthilatdariyeke ku hilbijartinên Stenbolê wek referandumê didît heye. Ev gotin hatibin gotin an jî na. Rastiyeke heye, AKP-MHP’ê li bajarên mezin winda kiriye. Piştgiriya girseya berê didît, winda kiriye. Di van şertan de hêvî bi HDP û HDK’ê re heye. Hewldan û rojeva tifaqa demokratîk a HDP’ê di vî alî de gelek girînge. 
 
*Herî dawî peyam û bangek we heye?
 
Ez gelê me û hemû jinan silav dikim. Ez hemû dayikên di pêvajoya grevên biçûnê de kolan terk nekirin, baweriya xwe winda nekirin, hemû mirovên têkoşîn dane, re hezkiriyên xwe, rêzdariyên xwe dişînim. İsrara di jiyan û berxwedanê de carek din rê da ber me. Dema niha dema bilindkirina rêxistin û têkoşînê ye. Ez bang li hemû kesî dikim ku bi bedelên mezin bin jî bila li destkeftiyên xwe binêrin. Ez hemû nemirên ku lehengên berxwedana bi heybetin bi rêzdarî bibîr tînim.