Li Amedê mîtînga 'Li Dijî Şer Çareseriya Demokratîk' tê lidarxistin

  • 11:58 13 Tîrmeh 2019
  • Ramyarî
AMED - Di 22'yê tîrmehê de bi dirûşma "Li Dijî Şer Çareseriya Demokratîk" ji hêla HDP'ê ve li Amedê mîtîgek tê lidarxistin. Hevseroka HDP'ê ya bajêr Hulya Alokmen Uyanik, li ser navê komîteya amedekar axivî û banga tevlîbûna mîtîngê kir. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê dê bi dirûşma "Li Dijî Şer Çareseriya Demokratîk" di 22'yê tîrmehê de mîtîngek li dar dixe. Der barê mîtîngehê de li avahiya HDP'ê daxuaniyek hat dayîn. Li ser navê komîteya amadekar Hevseroka HDP'ê ya bajêr Hulya Alokmen Uyanik daxûyanî da û banga tevlîbûna mîtîngê kir. 
 
Hulyayê di serî de bal kişand ser şer û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em çend dibêjin aştî, lê şer didome û her roj cenazê tên. Em wekî tevgerên demokratîk ên li Amedê dixwazin li dijî şer nêrazîbûna xwe nîşan bidin."
 
Hulya, diyar kir ku li dijî şer hewcedarî bi aştiyê heye û wiha got: "Em ê li dijî şer û ji bo aştiyê dê 22'yê tîrmehê li Qada Îstasyonê di saet 17.00 heta 20.00'an mîtîngek li dar bixin. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP, DBP, ESP, HDK, DTK dê tevlî mîtîngê bibin. Em ê daxwazên xwe di mîtîngê de bînin ziman û israrbûna xwe ya rêya 3'yemîn bînin ziman. Welatiyên ku li Amedê dijîn dê tevlî mîtîgê bibin."
 
Hulyayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên mîtîngê û da zanîn ku îro şûnde xebat mîtîngê hat destpêkirin û bang li raya giştî û welatiyên xwe dikin ku tevlî mîtîngê bibin.