Hevşaredar Melîke Goksu: Em ê Qereyaziyê bi hev re bi rê ve bibin

  • 09:03 11 Tîrmeh 2019
  • Ramyarî
WAN - Di hilbijartina xwecihî ya 31'ê adarê de HDP li Qereyaziyê bi ser ket. Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksu diyar kir ku bi têkoşînê jin hebûna xwe li Qereyaziyê da qebûlkirin û wiha got: "Ji bo xebat û nîşandana rengê jinê têkoşîneke bi hev re hewce ye. Em bi xwe bawer in, em ê bi gelê xwe re navçeya xwe bi rê ve bibin."
 
Di sala 2016’an de ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve gelek şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin desteserkirin û qeyûm hatin tayînkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê adarê de bi ser ket û şaredariyên ku hatibûn desteserkirin ji şûnde girt. Yek ji van şaredariya Qereyazî ya Erziromê bû. HDP piştî hilbijartinan dest bi xebatên xwe kir û Hevşaredara Qarayaziyê Melîke Goksu got ku dê bi xebatên xwe li navçeyê guhertineke mezin pêk bînin û dê navçeyê bikin bajarê jinan. 
 
‘Me hebûna xwe da qebûlkirin’
 
Melîkeyê di serî de bal kişand ser çand û kevneşopiya navçeyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Qereyazî navçeyeke feodal e. Li vir têkoşîna li hemberî feodalîzmê pir zehmet e. Ji ber ku di civakê de hişmendiyeke wiha heye, jin nikarin tiştekî bike. Lê têkoşîna me dê li dijî hişmendiya civakê bibe bersiva herî xurt."
 
'Jin dê her tim têbikoşin'
 
Melîkeyê, da zanîn ku li Qereyaziyê li hemberî serlêdana jinan a ji bo şaredariyê bertek zêde bûn û wiha got: "Ji ber ku li gorî rêbazên civakê jin nikare bibe şaredar. Lê piştî van nêrînên civakî me bi pergala hevşaredariyê afirandineke nû li pêş xist. Ji bo şikandina hişmendiyê heyî,  jin her tim amade ye ku têbikoşe. Piştî ku me di 31’ê adarê de şaredarî qezenc kir me xebatên şaredariyê lez û bez da destpêkirin."
 
'Derxistina temsîliyeta jinê li pêş girîng e'
 
Melîke got ku temsîliyeta jinê girîng e û wiha axivî: "Em ê di nav xebatên xwe de temsîliyeta jinê bidomînin. Ger em 10 kesî bigirin ser kar, em ê di serî 5 jinî bigirin ser kar û em ê bêtir jinê esas bigirin. Her wiha ev pergala hevşaredariyê cara yekeme li Qereyaziyê pêk tê. Ji ber ku cara yekeme li vir pergal tê meşandin em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Lê dema em têdikoşin em dibînin ku pirsgirêkên li hemberî jinê ne ewqas mezin e."
 
'Bazara gel vekin'
 
Melîkeyê, qala pirsgirêkên jinê yên civakî û projeyên xwe kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Li navçeyê cihên ku jin biçin û rûnê tune ye. Ev bi tena serê xwe pirsgirêk e. Her wiha li herêmê welatî bi sewalkarî û çandiniyê debara malên xwe dikin. Lê li vir bi tu awayî qadên kargehê  nehatine vekirin. Gel ji bo firotina şîr û pênîr cih nabîne. Wekî şaredarî di têkîldarî vê mijarê de xebatên me hene. Em ê bazarên gel vekin û ji sedî 40 cih ji jinan re veqetînin. Dîsa ji bo jinan, mala jinê û navenda çand û hunerê pêwist e, em ê dest bi xebatan bikin. Lê ji bo xebat û nîşandana rengê jinê têkoşîneke bi hev re hewce ye. Em ê bi hev re guhertinan çêbikin." 
 
‘Em ê bi hev re bi rê ve bibin’
 
Melîkeyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtikayên qeyûmê û wiha bi dawî kir: "Piştî hilbijartinê me dît ku bi polîtîkayên talane tu xizmet ji gel re nehatiye kirin. Di dema şaredariya DBP’ê de ji bo jinan û gel proje hatibûn amadekirin û ev projeya tev ji aliyê qeyûmê ve hatine sekinandin. Midûriyeta Afirandina Polîtîkayên Jinan bi biryara meclîsa şaredariyê ve hatiye betalkirin. Em ê di demeke nêz de dîsa Midûriyeta Afirandina Polîtîkayên Jinan ava bikin. Em bi xwe bawer in, em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin û bi hev re navçeya xwe xweşiktir bikin.”