Ew ê Leyla Guven îro li meclîsê sondê bixwe

  • 10:53 10 Tîrmeh 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ew ê îro li Lijneya Giştî ya Meclîsê sondê bixwe. 
 
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ew ê îro li Lijneya Giştî ya Meclîsê sondê bixwe. Leyla ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  ketibû greva birçîbûnê. Di roja 79'an a greva birçîbûnê de Leyla hat tehliyekirin. Leyla ku greva birçîbûnê li mala xwe dewam kir bi banga Abdullah Ocalan di roja 200'î de greva birçîbûnê bi dawî kir. 
 
Piştî greva birçîbûnê Leyla Guven li nexweşxaneyê hat tedawîkirin û piştre tabûcû bû. Leyla ya ku di 24'ê Hezîranê de wekî parlamenter hat hilbijartin dê ro li Lijneya Giştî ya Meclîsê sondê bixwe.