Pervîn Buldan: Ez ê çûna qeyûman li Amedê temaşe bikim

  • 11:20 31 Adar 2019
  • Ramyarî
STENBOL  - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan a ku li Bakirkoyê dengê xwe bi kar anî diyar kir ku ew ê ji wê jî bê Amedê û ev tişt got: "Ez ê çûna qeyûman ji Amedê bi kêfxweşî temaşe bikim."
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, li Dibistana Murat Koluk a li Floryaya Bakirkoya Stenbolê bi kar anî. Pervîn a ku di pêlikên dibistanê de li Kadîr Topbaş rast hat ev silav kir û got," Bi xêr be."  Pervîn piştî ku dengê xwe bi kar anî li ber dibistanê daxuyaniyeke kurt da. 
 
Pervîn diyar kir ku ewan pêvajoya hilbijartinê bi dawî kir û wiha got: "Me xebatên xwe yên ku demek dirêj berdewam kirin bi dawî anîn. Me tiştî diviya kir ji bo pêşeroja Tirkiyeyê.  Lê tu kanalên televzyonan bahsa me nekirin û astengiyeke gelek mezin li hemberî me hebû. Xebatên me yên ku hatin kirin divê zêde ji gelê me re nehatibin ragihandin.  Em gelek xebitin û me ji gelê xwe re gelek tişt gotin.  Me îro erka xwe bi cih anî.  Ez bawer im wê îro gelê me jî li ser sindoqê erka xwe bi cih bîne.  Min niha dengê xwe bi kar anî û ez ê biçim Amedê. Ji ber ku çûna qeyûman ji Amedê wê min gelek kêfxweş bike.
 
Pervîn piştî daxuyaniyê ji dibistanê veqetiya.
 
Herwiha li aliyê kî jî weatî ji serê sibehê de li Stenbolê rabûn û ji bo dengê xwe bi kar bînin berê xwe dan dibistanan.