Li Amedê gel û namzet diçin ser sindoqan: Em ê bi ser bikevin

  • 10:40 31 Adar 2019
  • Ramyarî
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag a ku ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dengê xwe bi kar anî.
 
Gelê Amedê ji saetê serê sibehê de dest bi bikaranîna dengan kir. HDP'ê ji bo ewlehiya sindoqan 60 hezar kes wekî fermî peywirdar kir. Îro li dijî binpêkirina mafan dê 2 hezar parêzer bikaribe mudaxale bikin. 
 
Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen, Selçuk Mizrakli, Namzetên Kayapinarê Kezban Yilmaz, Necati Pirinçoglu, Namzetên Hevşaredariyê yên Baglarê Zubeyde Zumrut, Zeyat Ceylan, Hevserokên Şaredariya Sûrê Filiz Buluttekin, Cemal Ozdemir û Namzetên Hevserokatiyê yên Şaredariya Yenişehirê Belgin Diken, Îbrahim Çiçek serê sibehê dengên xwe bi kar anîn. Parlamentera HDP'ê ya Amedê ya ku di greva birçîbûnê de ye Dersim Dag jî li Dibistana Seretayî ya Mevlana li sindoqa hejmara 1227'an dengê xwe bi kar anî. 
 
Hulya Alokmen: Em ê bi ser bikevin
 
Namzeta Hevşaredariya ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî li Dibistana Amedariyê ya Pişeyê ya Keçan a Şehid Halit Gursel li ser sindoqa hejmara 1263'an dengê xwe bi kar anî. Hulya piştî ku dengê xwe bi kar nî wiha got:"Ev têkoşîna demokrasiyê ye. Divê hemû gelê me li îradeya xwe xwedî derkeve û biçe ser sindoqan. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin."
 
Remziye Tosun, Semra Guzel, Musa Farisogullari yên HDP'ê dengên xwe bi kar anîn. 
 
Karaz
 
Hat hînbûn ku li Gundekî Karazê muşaitên HDP'î negirtine dibistanan. Hat hînbûn ku ji bo parêzer krizê çareser bikin çûne navçeyê.
 
Bismil
 
Hat hînbûn ku li Gundê Koperî yê Bismilê fermandarê qereqolê zor daye ku gundî dengên xwe bi eşkere bi kar bînin. Hat hînbûn ku gundî tehdîd kiriye û gotiye:"Hûn ê dengê xwe bidin tenê cihekî, hewce bike ez ê bi kar bînim." Gundiyekî ji bo ewlehiyê nexwest navê bide anî ziman ku gundî hatiye tehdîtkirin. 
 
Kayapınar
 
Hevseroka Şaredariya Kayapinarê Keziban Yilmaz li Dibistana Navîn a Şehid Jandarma Usttegmen Tevfik Pehlivan li sindoqa 2231'an dengê bi kar anî. Keziban dema deng bi kar anî got:"Ev ê bilêta qayiman a vegera Enqereyê be. Em ê êvarî bi gel re govendê bigerînin."