Li Wanê jin bi cil û bergên kurdewarî çûn ser sindoqan

  • 10:38 31 Adar 2019
  • Ramyarî
WAN - Welatiyên Wan û navçeyên Wanê ji serê sibêhê berê xwe dan ser sindoqan. Li gelek taxan jin bi cil û bergên kurdewarî çûn ser sindoqan. 
 
Ji serê sibêhê welatiyên navçeyên Wanê û li Wanê welatî ji bo bikaranîna dengên xwe berê xwe dan sindoqan. Li Edîş, Qelqelî, Westan, Elbak, û Payîzavayê  gelek sindok hatin veguhestin. Gelek hilbijêr ji ber wê sedemê li taxên cerdevan û polîs heyî dengê xwe bi kar tînin. Her wiha HDP'ê ji bo hilbêjer rihetir biçin ser sindoqan vesayît amade kiri. 
 
Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan li dibistana Kazim Karabekîrê, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan ji dibistana Îmamhatîbê ya Kalecikê dengê xwe bi kar anî. 
 
Li taxa Xaçortê ji jin bi cil û bergen xwe yên kurdewarî çûn ser sindoqan.