Hilbijêr li ser sindoqan e: Kar û barê dengdayînê dest pê kir

  • 09:03 31 Adar 2019
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Di hibijartinên herêmî de ku nêzî 57 mîlyon hilbijêr diçin ser sindoqan de, kar û barê bikaranîna dengan dest pê kir.
 
Ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an li bajarên Semsur, Agirî, Artvîn, Çewlîk, Bedlîs, Amed, Xerpêt, Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Gîresun, Gumuşxane, Colemêrg, Qers, Meletî, Gurgum, Mêrdîn, Muş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsîm, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdîr û Kîlîsê saet di 07.00’an de bikaranîna dengan dest pê kir. Hilbijêr wê li van bajaran heta 16.00’an dengên xwe bikar bînin. Li bajarên din jî hilbijêr wê di navbra 08.00-17.00’an de dengên xwe bikar bînin.
 
Ji bo hilbijartinan 194 hezar û 390 sindoq hatin avakirin û mîlyonek û 156 hezar hilbijêr wê cara yekem biçin ser sindoqê.
 
Li Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denîzlî, Amed, Erzirom, Eskîşehîr, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Gurgum, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekîrdag, Trabzon û Wanê hilbijêrê wê ji bo ‘Şaredariya bajarê Mezin’, ‘Şaredarî’, ‘endamên meclîsa şaredariyê’, ‘keyatî’ wê dengên xwe bikar bînin.
Li bajarên ne bajarên mezinin jî ji bo ‘endamtiya meclîsa navendî’, ‘şaredarî’, ‘endamtiya meclîsa şaredariyê’ û ‘keyatî’ wê deng bên bikaranîn. Li gundan jî wê ji bo ‘endamtiya meclîsa giştî ya navendî’ û ‘muxtariyê’ wê bê dayîn.
 
Pusula ji bo şaredariya mezin ‘spî’ ya endamtiya meclîsa giştî ‘portekalî’, ji bo şaredariyê ya ‘şîn’ ya ji bo endamtiya meclîsa şaredariyê wê pusulaya ‘zer’ hebe. Deng jî wê bikevin yek zerfê.