‘Em ê ji bo îradeya xwe sindoqan biparêzin’

  • 09:17 29 Adar 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Rêvebera HDP’ê ya Enqereyê Betul Koca diyar kir ku ji bo îradeya gel ji sindoqan derkeve ewlehiya sindoqan pir girînge û wiha got: “Di hilbijartinên berê de gelek hîle û nelêrêtî hatin kirin. Ji ber vê jî divê hilbijêrên me yên hestiyar li dibistanan peywirê bigirin û bibin muşahîd.”
 
Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma û HDP’ê bang li hemû welatiyan kir ku xwedî li îradeya xwe û sindoqan derkevin.  Rêvebera HDP’ê ya Enqereyê Betul Koca bi lêv kir ku ji bo beramberê xebatên ku meşandine bigirin divê her kes xwedî li sindoqan derkevin.
 
‘Em ê şaredariya xweza û gelparêz ava bikin’
 
Betulê bi lêv kir ku ew bi feraseta ‘HDP gel e,  şaredariyan ji gel re vedikin’ ketine rê û got ew hilbijartinên pêş wek vekirina deriyê ji demokrasiyê re digirin dest. Betulê destnîşan kir ku bi stratejiya yekitiya hêzê ya li bajarên rojava xebatên hilbijartinê meşandine û wiha pê de çû: “Em di xebatan de derî bi derî geriyan û me planên xwe vegot. Em îro li şaredariyan dinêrin dibînin ku şaredarî li ser beton û rantê dixebitin. Fersaeteke şaredariyê ya xwezayê qetil dike, sewalan nas nake, bi pergala serdest ya mêr dimeşe û sektora înşatê vekiriye heye. Li dijî vê em ê feraseta şaredariyek ku gel û xwezayê diparêze bikin jiyanê.”
 
‘Em hêza xweser a gel hedef digirin’
 
Betulê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Ji ber vê me şaredarî di esasa serokatiyê de negirt dest. Em zêdetir rêveberiyên herêmî hedef dikin.  Em dixwazin nîşan bidin ku raye û biryar bi gel re ye û şaredarî xwe disprên hêza xweser a gel.”
 
Betulê di dawiya axaftina xwe de got wê xebatên hilbijartinê û perspektîfa danîne holê wê ji sindoqê derkeve û wiha pê de çû: “Di hilbijartinên berê de gelek xîle û nelêrêtî hatin jiyîn. Ji ber vê jî divê hilbijêrên me yên hestiyar li dibistanan peywirê bigirin û bibin muşahîd.”