Li Cizîrê amadekariyên roja hilbijartinê temam bûn

  • 09:12 28 Adar 2019
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Namzetên meclîsa şaredariya Cizîrê bang li gel kir ku xwedî hem li dengên xwe hem jî li sindoqan derkevin.  Helîz Kolanç û Behiye Başer wiha gotin: “Divê her kes di sê salên dawî de çi jiyane bînin bîra xwe û biçin dengên xwe bikar bînin. Em ê bi roj li ser sindoqan bi şev jî di govenda serkeftinê de bin.”
 
Li Tirkiyeyê xebatên hilbijartinên herêmî yên ku dê 31’ê Adarê pêk bê navber dimeşin. Li Şirnexê ku kelecan derketiye asta herî jor, amadekarî jî temam bûn.  Li Cizîrê roja hilbijartinê 506 kes peywirdarin û bi hezaran kes jî ji bo ewlehiya sindoqan wê li dibistanan amade bin.  Li avahiya partiyê maseya krîzê hat avakirin. 248 peywirdarên sindoqê, 158 muşahîd, 78 berpirsên avahiyê û 5 berpirsên gund wê seranserê rojê sindoqan bişopînin. Namzetên meclîşa şaredariya HDP’ê, jî ji bo xwedîderketina sindoqan û dayîna dengan bang kirin.
 
‘Ew qeyûm wê şûnde biçin cihên jê hatine’
 
Endama meclîsa Şaredariya Cizîrê Helîz Kolanç, balkişand ser girîngiya hilbijartinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wek her kes jî dizane piştî hilbijartinan qeyûm tayînê şaredariyan bûn.  Bi qeyûman re gel ji îradeya wan hat durxistin.  Hîna jî hevşaredarên girtî hene.  Lê di hilbijartinê de wê gel dîsa îradeya xwe dane holê. Gel wê bersiva 3 tarîtiya sê salan bide. Ew qeyûm wê şûnde bên şandin.”
 
‘Emê serkeftinê pîroz bikin’
 
Helîzê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê gel xwedî li sindoqan derkeve û wiha got: “Divê gelê Botanê çi dibe bila bibe biçe ser sindoqan.  Bila her kes sê salên dawî bifikire û destê xwe bide ser wijdana xwe.  Divê her kes xwedî li îrade û denga xwe derkeve. Divê kes ji dibistanan dur nekevin.  Êvarê jî em ê serkeftina xwe pîroz bikin."
 
Namzeta endama meclîsa şaredartiyê Behiye Başer jî ev bang kir: “Me roja hilbijartinê li navçeyê maseyê krîzê ava kir.  248 peywirdarên sindoqê, 158 muşahîd, 78 berpirsên avahiyê û 5 berpirsên gund bi giştî 506 kes wê seranserê rojê sindoqan bişopînin. Em jî piştî bikaranîna denga xwe wê li qadan bin. Divê gel bi rih û berxwedanek mezin xwedî li sindoqan derkevin. Divê gelê me biçe ser sindoqan û li dijî xîle û lîstikan bi hişmend bin. Divê hemû gelê Şirnexê wê rojê li dibistanan bin, piştî denga xwe bikar bîne jî li wir bisekine. Em ê bi roj li ser sindoqan bi şev jî di govendê de bin.”