Pervîn Bûldan: Divê di 31'ê Adarê de em dersa wan bidin wan

  • 16:53 27 Adar 2019
  • Ramyarî
MÛŞ - HDP’ê li Mûşê mitîng li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mitîngê de got: “Her kesî dirûstiyê dît. Di mitînga Erdogan de welatiyek ji Mûşê tune bû, însanan ji Xarpêt, Baybûrt û Erzînganê anîbûn.” 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û nûnerên partiyên îtîfaqa HDP’ê yên li gel wê beşdarî mitînga Mûşê bûn. Mitîng li Qada Şaredariyê hat lidarixistin. Namzetên HDP’ê yên Mûşê Sirri Sakik û Sîbel Genç û namzetên hevşaredariyên navçeyan beşdar bûn. Bi hezaran kes beşdarî mitîngê bûn û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Leyla Guven rûmet me ye” û “Mûş Ya Me Ye” berz kirin. 
 
Namzet derketin ser dikê û gel silav kirin. Piştî axaftina kurt a Namzeta Hevşaredariyê Sîbel Genç, Sirri Sakik axivî. 
 
Sirri da zanîn ku divê gelê Mûşê bersiva her baş di sindoqan de bide îktîdara wan a 18 salan û şaredartiya wan a 15 salan. Sakik got ev 30 sal in temenê wî bi têkoşîndayînê derbas bû û her tim berê wan li çeperek têkoşînê bû û ew rojek jî ji fermana partiya xwe derneketine. 
  
Sirri bal kişand ser mitînga Serokkomar Erdogan a li Mûşê û got. “Birêz Serokkomar hat vir jî û li Agiriyê jî heta ku gotina neavêt min mitînga xwe li dar nexist. Ez ji we siyasetmedarek kevnartir im. Ez jî û Erdogan jî di hilbijartina 91’ê de namzetên wekîliyê bûn. Ez li Mûşê û ew li Stenbolê bû. Ez bi serketin lê ew bi ser neket. Ez ewladê vî gelê qedir bilindim. Binêrin ez bi gotina ‘Birêz’ xîtabî we dikim. Lê hûn bi zimanekî tûj bi ser me ve tên. Hemû gelê Agiriyê şahide e ku me li Agiriyê şaredariyek herî baş kir û me deynê şaredariya te paqij kir.” 
   
Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît jî derket ser dikê axivî û got: “: Hemû gelê me Mûşê, jinên hêja û dayikên hêja hûn bi ser çavan re hatin. Ev çi dîmenek xweşike Mûş nîşanî me dide. Îro roja 140’emîn e hevala me Leyla Guven di greva birçîbûnê de li ber xwe dide. Ji bo tesîskirina aştî û demokrasiya welat bedena xwe daye birçîbûn. 140 roj e bang li Wezareta Dadê dike û dibêje ‘Em vê tecrîda li Îmraliyê rakin û dawî li şer bînin.’ Lê hikumeta AKP’ê û Wezîrek Dadê kerr û kor li hember vê daxwaza mafdar û rewa û însanî bêdeng sekinîne. Ji ber ku daxwza Leylayê û hevalên wê nayê qebûlkirin, li girtîgehê însanan jiyana xwe ji dest da. Heke ev daxwaz bihata qebûlkirin belkî îro ew girtî li jiyanê bûna. Lê mixabin em bi rastiya hikumetek ku sê meymûn diliyeze re rû bi rû mane. Hezar silav ji berxwedêr û têkoşeran re.
 
Gulîstan wiha domand:"Xizmetkirina ji bo gel hewcehiyek îktîdarê û şaredariyê ye. Hûn bi pereyê gelê me xizmetê dikin. Qey mirov dibêje pereyê pê xizmet dikin ji berîka bavê wan derdikeve. Ew pere ne yê we ne. Yê gel e. Însanan bi feqîriyê re rû bi rû hiştine. Êdî însan ji ber feqîriyê nikarin bijîn û neçarin koçî metropolan dikin. Ma gelo xizmet û îstîhdam ne mafê gelê Mûşê ye. Hemû esnaf û dikandar û însan bi hev de digirîn û gazinan dikin. Însan bêhêvî ne. Sedemê vê bêhêviyê jî AKP ye."  
  
Ji Partiya Însan û Azadiyê Menîcan Gulmez jî wiha axivî: “Silavê Xwedê li ser we hemûyan be. Di dîrokê de her tim gelê kurd hatiye mexdûrkirin. Ji aliyê tirk, ereb û farisan ve gelê kurd hatiye tune hesibandin. Gelê kurd jî wek her netewê xwedî her mafî ye. 
 
Partiyên pergalê me bi dîn xapandin. Gelê kurd wek ku civakek ku ji dîn dûr be lanse dikin. Lê însan ji gelê kurd hînî dîn û îslamê bûne. Em ew netewin ku ewilî îslamiyetê qebûl kiriye. Em wek gelê kurd dîn ji tekela we re bernadin. Em bi reng û dengên xwe li vir in. 
 
Êdî dem dema yekîtiya gelê kurd e. Em bi îtîfaqa xwe bersiva herî xurt bidin. Hûnê li ber lehiya îtîfaqa me bi Bahçelî re bi lehiyê re biçin. Em milletek bi rûmet in û serê me her tim bilind e. Em dibêjin hemû komkujiyên kurdan û Şêx Seîd û Dersim rûyê we yê reş e. Wê hêz, îtîfaq, tank û topên we têra îtîfaqa me nekin. Wê gelê kurd ji heqê we derkeve. Rakin qeyûmên xwe û bicihimin ji van deran biçin.”  
  
Hevseroka Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan jî got: “Em hemû berxwedêrên greva birçîbînê yên li dijî tecrîdê silav dikin. Qey mirov dibêje ev ne hilbijartinek herêmî ye. Vê hilbijartinê kirine hilbijartinek cudakarî û gel bikin dijminê hev. Wê ev hilbijartinê bibe hilbijartina lêdawîanîna AKP’ê. Wê AKP’ê li ser vê axê bireve û biçe. Em ê hemû bi hev re di 31’ê Adarê de bersiva herî xurt bidin hemû polîtîkayên AKP’ê û şerê wan ê heyî.”  
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî herî dawî derket ser dikê û xîtabî gel kir.
 
Pervîn Bûldan got:"Silav û rêz gelê me hêja û dayikên me yên qedirbilind. Êdî em mitîngên xwe yên dawî pêk tînin. Li her deverê em bi coş, hêvî û kelecanê re hevrû mane. Vê hêvî û biryardariya we hêz dide me. Çimkî HDP her cihê ku diçê hêvî, wêrekî, biryardariyê, aştiyê û hezkirina welat dibe wir. Îro li Mûşê jî heman biryardarî û hêvî û wêrekî heye. Çav û guhê her kesî li ser HDP’ê ye. Çimkî em tekane partiya ku siberoja welat difikirin e. Çimkî em ne diz in û derewan nakin. Em malê kesî û pereyên tu kesî nadizin. Çimkî em edalet, aştî, hiqûqî, jiyanek demokratîk û siyasetek demorkatîk difikirin. Em jin, ciwan, gelê xwe û siberoja vî welatî difikirin." 
 
'Mûş bi feqîriyê perîşan kiriye'
  
Pervînê wiha domand: "Du roj berê li vê Meydanê diyar bû ka kî baweriyê dide an nade. Erdogan du roj berê mitîng li dar xist. Her kes dît ku rastiya mitîngên wan çawa ye. Gelê Mûşê neanîn vir. Ji Erzîngan, Baybûrt, Xarpêt û gellek bajarên din însanan anîn vir. Îro tenê li vir Mûşî hene. Serokkomar axivî û derewan kir û Xarpêtiyan, Baybûrtiyan û Erzînganiyan lê guhdar kir. Li Mûş û Agiriyê li Sirri Sakik pirsî. Her cihê ku diçê li Sirri Sakik dipirse. Çimkî dizane ku Sirri Sakik biçe ku wê bi ser bikeve. Ewqas ku tu bi Sirri Sakik re eleqadar dibî bi pirsgirêkên gelê Mûşê re eleqedar bibî wê pirsgirêk nemînin. Lê Erdogan li gelê Mûşê, pirsigirêkên kedkar, karker, jin û esnafên Mûşê nepirsî. Mûş bi feqîriyê perîşan kiriye. Tu xizmet ji Mûşê re nehatiye kirin. Hemû kolan û rêyên wê di nava heriyê de hiştine. Deşata Mûşê anîne wî halî ku sewalkarî û çandiniyê qedandin. Cotkar dema êvarê diçe malê nikare nan bibe malê. Fabrîkaya şekir û şîr firotin. Karkerên fabrîkayê ji kar derxistin û bêkar man. Li şûna ku tu fabrîkayan difiroşî biçe Qesra xwe bifiroşe. Heke ku tu qesrê bifiroşî. Tenê ne Mûş wê tevahiya gelê Trikiyeyê bibe xwedî kar. Îktîdarek tenê zarok û malbata xwe difikire heye. Gelê Mûşê nafikirin. Êdî dawiya îktîdarek ku tenê xwe difikire hatiye û wê gelê me bersiva herî baş di 31’ê Adarê de bide wan." 
 
'Dixwazin elewî û sûniyan bikin dijminên hev'
 
Pervînê bal kişand ser jiyana wekhev û wiha domand:"Li Mûşê malbatekê ji zarokê xwe yê xwendekar re betaniye dirût û kir çente. Vî çenteyê ji betaniyê rewşa feqîriya Mûşê raxist ber çavan. Êdî wê gelê Mûşê di 31’ê Adarê de dersek wisa bide wan ku wê li pey xwe nefetilin û biçin. Gellek caran serokwezîr û wezîrên wan hatin vir û wadên xizmetê dan. Lê tu wadên xwe pêk neanîn. Hûn li gorî van wadên ku dane û bicih neanîne bi zanebûn tercîha xwe ya 31’ê Adarê bikin. Ji bo guhertin û xweşiya Mûşê tercîha xwe bikin. Mûş bajarek pirr rengîn e û bi pirr çandiya xwe tê nasîn. Dixwazin li vir jî dubendiyê bikin û însanan bînin beramberî hev. Dixwazin kurd, tirk, tirkmen û terekemeyan bikin dijminên hev. Dixwazin elewî û sûniyan bikin dijminên hev. Lê em ê destûr nedin van polîtîkayên wan û bi aştiyane û aramî bi hev re bijîn." 
 
'Bêhurmiyetê li hember yasayan dikin' 
 
Pervînê bal kişand ser tecrîdê û got:"Êdî wadek ku AKP bide gel nemaye. Tenê heqaret li HDP’ê dike û îftîraya diavêjin me. Tiştek di destê wan de nemaye. Her roj eşkere heqaret li HDP’ê dikin. Ji bilî gotinên ku dibêjin ‘HDP bêdîn û bîman e di devê wan de nemaye.’ Em bêdîn, bêîman, bêbawerî û terorîst nînin. Ya ku vî welatî dabeş dike zîhniyeta we ye. Ne hed û mafê tu kesî ye heqaretê li HDP’ê bike û HDP’ê terorîze bike. Li gel van gotinên xwe jî behsa edalet û hiqûqê dikin. Her kes dizane ku li vî welatî hiqûq, edalet û demokrasî nemaye. Heke îro demokrasî hebûya wê hemû parlamenter û şaredarên me ne girtibûna. Wê qeyûm tayînî şaredariyên me nehatina kirin. Heke edalet hebûya wê Leyla Guven û bi hezaran girtî hevalên me bedena xwe nedana ber birçîbûnê. Ewqas însan ji bo aştî, demokrasî û hiqûqê û edaletê û ji bo tecrîd rabe bedena xwe dane ber birçîbûnê. Wezareta Dadê û rayedar bi hiqûq û yasayên xwe re ketine nav nakokiyê. Bêhurmiyetê li hember yasayan dikin. Mafê herî sereke yê Birêz Ocalan e ku dikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne." 
 
' Serkeftin Ya Me Ye'
 
Pervînê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ew kesên ku ji me re dibêjin ‘bêdîn û bêîman’, nahêlin em cenazeyê xwe veşêrin. Bi destê polîsan bêyî ku wecîbeyên olî bînin cih dibin vedêşirin. Yên ku behsa dîn û îmanê dikin nêzîkatiya wan li hember cenaze û dîn ewqas e û ev e. Cenazeyan bi beşdariya çend kesan dibin defin dikin. Vê yekê ne em û ne jî Xweda qebûl dike. Wê Xwedê vî hesabî ji we bixwaze. Heke AKP bikeve wê dolar jî bikeve û krîz jî ji holê rabe. Hemû pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û yên din bi AKP’ê re hatin. Dema ew biçin wê ev hemû pirsgirêk jî bi wan re biçin û wê li ser vê axê pirsgirêk nemînin. Yê ku qedera Mûşê biguherîne gelê me ye. Em li benda we ne ku hûn di 31’ê Adarê de tercîhek rast bikin. Serkeftin Ya Me Ye. Mûş Ya Me Ye." 
 
Piştî axaftinê Pervînê û heyeta pêre ji bo beşdarî mitîngê bibin derbasî Bedlîsê bûn.