Hulya Alokmen: Em ê encamnameya hilbijartinê pêk bînin

  • 09:16 19 Adar 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen diyar kir ku gund bi gun, kolan bi kolan geriyane ji 7’an heta 70’ê daxwaza hemû kesî guhdar kirine û wiha got: “Bersiva herî mezin wê gelê me li ser sindoqan bide qeyûman. Em ê xalên encamnameya hilbijartinê pêk bînin. Hedefa me ev e ku bajarekî ku zarok xwe di ewlehiyê de hîs dikin biafirînin.”
 
Ji hilbijartinên 31’ê Adarê re demek kurt ma û HDP jî xebatên xwe bê navber dimeşîne. Namzetên ku serdanên gel de hemû daxwazan ligel xwe wek nîşe digirin, di serdanên navçe û gundan de jî hewcedariyên gel diyar dikin û dikin plansaziya xebatên xwe.
 
‘Me bi tecrubeyan pêvajo plan kir’
 
Namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen da zanîn ku ew bi pêvajoyek girîng de derbas dibin û li aliyekî çalakiyên greva birçîbûnê li aliyekî din jî xebatên hilbijartinê didomin û wiha got: “HDP rêveberiyeke ji herêmî, ekolojîk û navendî ya jinê esas digire.  Em difikirin ku jin divê li her qadê cih bigirin. Me ev di encamnameya xwe de jî bi awayekî berfireh anîbû ziman.  Me got em ji bo jinan di qada çand, huner û werzîşê de dikarin çi bikin, em di alî civakî û aborî de dikarin çi piştgiriyê bidin jinan.  Di encama tecrubeyên me yên heta niha de me pêvajoya pêş diyar kir.”
 
Pergala ji aliyê her kesî ve hatiye qebûlkirin: Hevserokatî
 
Hulyayê destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê didin domandin û got di endamtiya meclîsê de jî pergala fermuarê pêk tînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergala hevserokatiyê êdî ji aliyê her kesî ve hatiye qebûlkirin.  Partiyên din ji bo partiya me dibêjin ‘Mor partî’. Çapemenî jî namzetiyên me êdî li ser hevserokatiyê didin. Hedefa me ev e ku em saziyên jinan yên piştî qeyûm hatine girtin, ji nû ve vebikin. Bi girtina saziyan re cihekî piştgiriyê yên ku jin serî lê bidin neman.  Em hedef dikin ku bajarekî ku zarok xwe lê ewle hîs dikin biafirînin.”
 
‘Em bawer in ku wê ev pêvajo bi ser bikeve’
 
Hulyayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku xebatên hilbijartinê veguhertine arenayan û wiha pê de çû: “Em mijarên weke piştî hilbijartinê em ê çi bikin nîqaş dikin.  Em dibêjin ‘em hişmendiya bajar dikarin çawa ava bikin’.  Em dibêjin 'em Amedê çawa dîsa bigihînin nasnameya Amedê'. Em di serdanên gel de nêrînan digirin.  Yanî em di serdanan de ji xwestina dengan wêdetir, nêrîna gel a em dikarin vî bajarî çawa biguherin, em ji bo bajar dikarin çi bikin, digirin. Em bawer in ku ev pêvajo wê bi ser bikeve. Tu kes nikare bendê bike navbera me û gelê me.  Wê têkoşîna me bidome.”