Selma Gurkan:Demokrasî ne tenê xwesteka girtiyan xwesteka hemû rayagiştî ye

  • 09:12 19 Adar 2019
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan berxwedana grevên birçîbûnê nirxand û diyar kir ku têkoşîna demokrasiyê demdirêj û zehmet e û got: “Daxwaza azadî û demokrasiyê daxwaza girtiyan tenê nîne. Daxwaza hemû rayagiştî ye.” 
 
Çalakiya Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda  li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 132’emîn de didome. Çalakiya  koma ewil a bi heman daxwaza hatibû destpêkirin jî ket roja 94’an a Nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz ket roja 119’emîn, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ket roja 93, ya Îmam Şîş a li Gallerê da destpêkirin ket roja 93’emîn, ya endama Fadîle Tok ya li Mexdurê da destpêkirin di roja 59’emîn, ya hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP’ê ya berê ya Colemêrgê Selma Irmak ket roja 63’emîn.
 
Di 3’ê Adarê û 8’ê Adarê de jî di nav de parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag, Tayyîp Temel, Murat Sarisaç jî heye komek li avahiya HDP’ê ya Amedê ketin grevê.
 
‘Desthilatdarî polîtîkayek ji şîdetê xwedî dibe dimeşîne’
 
Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan  da zanîn ku grev hatine astek krîtîk û got hikûmeta AKP’ê tevî vê dengê Leylayê nabihîze û got: “Daxwaz pir hêsan e.  Bidawîkirina tecrîdê ye. Ev nêzîkatiya hikûmetê, ji nêzîkatiya li hember pirsgirêka Kurd, ji karekterê siyasî ya hewl didin bidin rejîmê, cudatir nîne.  Erdogan zimanê nefretê bi kar tîne.  Hevserokên HDP’ê jî tê de siyasetmedarên Kurd terorîst tên dîtin. Hemû muxalefetê dijmin dibîne.  Bi awayekî kêfî di polîtîka tecrîdê de jî israr dike.”
 
‘Berpirs rayedar in’ 
 
Selmayê destnîşan kir ku nedayîna vîtamîna B ya ji bo girtina binpêkirina herî mezin e û got: “Hikûmet vîtamîn û mînarelên divê ji bo girtiyan bê dayîn nade û sûc dike.  Di vê rewşê de texrîbata ku grev li ser mirovan dike pir tund e.  Berpirsyariya tiştekî herî biçûk ê neyînî wezareta dadê û desthilatdariya siyasî ye. Ez bêdengiya hikûmetê ya li dijî grev û daxwazan jî rexne dikim.  Polîtîkaya tecrîdê ya pêk tê binpêkirina maf e.  Qanûn û hiqûq tê binpênkirin.  Têkoşîna demokrasiyê demdirêj, zehmet e. Riyek zehmet a dirêj e.  Daxwaza azadî û demokrasiyê jî ne tenê ya girtiyan e.  Ji ber vê jî guherîna rewşa siyasî bi têkoşîneke demokrasiyê ya xurt pêkan e. Bi têkoşîneke demokrasiyê ya xurt û yekbûyî pêkan e.”