Pervîn Buldan: Dê bi destê jinê pirsgirêkên Qersê çareser bibe

  • 13:46 16 Adar 2019
  • Ramyarî
QERS - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Qersê axivî û got: ''Em ê 31'ê Adarê dersê bidin AKP ya ku gel mehkûmî aloziyê û şer dike''. Pervîn got Erdogan civakan li hev dike dijmin.
 
Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan bi çarçoweya xebatên hilbijartinê li Qersê bû. Pervîn  li Qersê axivî û got: ''Weke Qarsê, ku hemû nasnameyan di nav xwe de vedihewîne, HDP jî Qers e, Qers HDP ye. Em ê di 31'ê Adarê de dersekê bidin AKP'ê. Wezîrên AKP'ê ji bo ku tim li hewayê digerin, konçal û sergoyên li Qersê nabînin.''
 
Pervîn  got Şaredarê Qersê yê MHP'ê 400 trîlyon deynê şaredariyê çê kiriye, trîlyonek û nîv li  ajalan û trîlonek û nîv li çîkolata û qehwê çûne û domand, di rewşeke wiha de ku  gelê me di nav konçalan û sergoyan de dijî Şaredar li meqamê xwe bi çîkolata û qehwê kêfa xwe kiriye.
 
'Dê bi destê jinê pirsgirêkên Qersê  çareser bibe'
 
Pervîn  got cara pêşî wê destê jinê bi Qersê bibe û got jin dikarin bi rehetî pirsgirêkên xwe bi Şevîn Alaca (namzeta hevşaredariyê ya HDP'ê ya Qersê) re parve bikin. Pervînê got dê bi destê jinê pirsgirêkên Qersê dê çareser bibe. 
 
'Tayyip gelan li hevdu sor dike'
 
Pervîn her wiha got :"Tayyip gelena li hev sor dike, dijminatiyê li gelê Kurd dike. Tayyip ji bîr kiriye ku wî bi xwe jî navê Kurdistanê gotiye."