12 hezar jin di 31’ê Adarê de wê dengê xwe bi kar nînin

  • 09:26 16 Adar 2019
  • Ramyarî
Safiye Algaş
 
STENBOL - Di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji 12 hezarî zêdetir jinên li stargehan wê dengên xwe bi kar neynin.  Dildara Weqfa Stargehên Mor Çati Hazal Gunel got ji ber kêmasiyên pergalê  jin nikarin dengê xwe bi kar bînin û got: “Ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an, me serî li wezareta karê hundir da. Bersiveke wek ‘xebatên binesaziyê’ hene, dan.  Lê di vê pêvajoyê de tiştek nekirin.”
 
Li Tirkiyeyê nêzî 140 stargehên jinan hene û ji 12 hezarî jî jin lê hene. Lê jinên li stargehan di hilbijartinan de nikarin dengên xwe bi kar bînin. Dildara Mor Çati Hazal Gunel diyar kir ku der barê hemû jinên li stargehê dimînin de biryara veşariyê tune ye û wiha got: "Di vir de mijara sereke biryara veşariyê ye.  Der barê bikaranîn an jî nebikaranîna dengan de ye.  Jinên biryara wan a veşariyê heye, navnîşana wan ya qeydan jî bi biryarê  diguhere. Ji ber navnîşan cihek din tê dîtin, li taxa xwe ji ber ewlehiyê nikare dengê xwe bi kar bîne.  Her jina di stargehê de dibe rîska wan a ewlehiya can tune be, lê ji ber navnîşana stargehan veşariye nikarin li vir dengan bi kar bînin an jî  ji ber rîskên din nikarin dengan bi kar bînin.  Niha pergaleke din a bikaranîna dengan hêsan bike tune ye."
 
‘Mexdûriyetek cidî diafirîne’
 
Hazalê diyar kir ku di hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de ji bo agahiyan bigirin serî li wezareta dadê dane û bersiva ‘xebatên me der barê vê de heye’ girtine û got: “Lê tevî dem derbas bûye jî xebateke pergalê nehatiye kirin. Di vir de pirsgirêka sereke ev e ku ger hejmara nasnameyê bê zanîn, ji ser saziya serî lê daye, navnîşan tê tespîtkirin.  Em dibînin ku ji ser YSK’ê jî xebatek nayê kirin.  Jinên ku dixwazin dengê xwe bi kar bînin jî, mexdûr dibin. Jina ku bixwaze dengê xwe bi kar bîne û biryara veşartiyê bide girtin, hîna ku YSK’ê sindoq diyar nekirine divê biryara veşartiyê bigire.”
 
Hazalê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jina ku biryara veşartiyê girtiye, ji bo bikaranîna dengê xwe dikare serî li YSK’ê bide.