‘31’ê Adarê roja hesabpirsînê ye’

  • 09:23 16 Adar 2019
  • Ramyarî
WAN - Hevşaredara Artemîtê Rojbîn Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wê bûbû, diyar kir ku  gotinên Tayyîp Erdogan yên weke ‘Em ê dîsa qeyûm tayîn bikin’ ji bo çewisandinê ye û got: “Ev gotin biryara gel naguhere. Gel 31’ê Adarê wek roja hesabpirsînê dibîne.”
 
Hevşaredara Artemît a Wanê Rojbîn Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wê bûbû diyar kir ku tayînkirina qeyûman êrîşa li hember destkeftiyên jinan bû û wiha got: “Em tayînkirina qeyûman wek xespê ya zîhniyeta serdest a mêr dinirxînin.”
 
Rojbînê di berdewamiyê de destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman ji bo pêşîgirtina şaredartiya jinê û nêrîna jinê ya di şaredariyên DBP’ê de pêk hatiye, hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdariya AKP’ê dixwaze destkeftiyên jinan ên bi kedek mezin bidest xistiye bi qeyûman asteng bike. Piştî qeyûman saziyên me hatin girtin, qadên îstîhdamê hatin girtin, kreşên zarokan, qadên hilberînê hatin girtin.”
 
‘Berxwedana jinan tu car neqediya’
 
Rojbînê got polîtîkayên qeyûm bi ‘Rapora qeyûm’ a HDP’ê bajar bi bajar ji gel û çapemeniyê re aşkera kirine û got: “Armanca qeyûman çi bû divê ev carek din bê bibîrxistin.  Bi raporên qeyûm re em ê nîşan bidin çi hatine xespkirin.  Armanca desthilatdariyê ya li hember jinan tu car neguherî. Berxwedana me jinan jî tu car neqediya. Baweriya me tu car neguherî. Beriya hilbijartinan desthilatdarî dibêje ‘Em ê qeyûm tayîn bikin.’ Ev gotinên ji bo çewisandinê ne.  Ev gotin nîşan dide ku fikarek çawa dijîn.  Em 31’ê Adarê wek roja hesabpirsînê dibînin.”