Namzeta Sêrtê: Karê me şandina xespkaran e, em ê şaredariyê ji gel re vebikin

  • 09:10 15 Adar 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
SÊRT - Berîvan Helen Işik di temenê biçûk de konsepta şer a dewletê nas kir û ji ber zextan neçar man gundê xwe terk bikin, namzeta hevşaredariya Sêrtê ye. Berîvanê diyar kir ku ew bi biryari n ku qeyûm ji bajar bişînin û got wê şaredariyê ji xespkaran bigirin û şaredariyan ji xizmeta gel re vebikin.
 
Namzeta Hevşaredariya Sêrtê ya HDP’ê Berîvan Helen Işik hedef dike ku qeyûm ji bajar bişîne û demek nû ava bike. Berîvan di 1978’an de li gundê Yeşîloba ya Êlihê hat dinê. Berîvanê dibistana navîn û lîse li Êlihê qedand. Berîvan ji beşa xizmetên civakî mezun bûye û di temenê ciwan de di xebatê partiyê de cih girt.
 
Berîvan di xebatên jin û ciwanan de cih girtiye bi salan li metropolan maye û piştî zewiciye vegeryaye Êlihê. Berîvan hîna li Êlihê dijî û di navbera 201-2016’an de Koordînastoya Navenda Şêwirmendiya Jinê kiriye. Bi tayînkirina qeyûman re ji kar hat avêtin û hevserokatiya HDP’a Êlihê kir. Niha jî namzeta Sêrtê ye.
 
‘Hemû kes di bin zextan de ne’
 
Berîvanê diyar kir ku ji ber Kurdbûna wan her tim rastî zext û êrîşan hatine, ji gund ji ber ferzkirina cerdevaniyê ji gund koç kirine û got: “Li vî welatî kesên ne Tirk di bin zextan de ne. Niha kesên ne AKP’î di bin zextan de ne. Em hîna êşan dikşînin. Li her derê zext hene. Min wek jinek Kurd a şahidiya vê kir di temenê ciwan de dest bi têkoşînê kir. Min ewil têkoşîna gel piştre ya partiyê nas kir.”
 
‘Em ê qeyûman bişînin’
 
Berîvanê bi lêv kir ku ji ber HDP partiya jina ye jê bûye namzet û wiha pê de çû: “HDP yekane partiya xwedî kota ji sedî 50’î ye. Sedema namzetiya min ev bû ku li her qadê jin bên dîtin, jin di siyasetê de cih bigirin. Ez bi xebatên xwe hewl didin nîşan bidim ku jin li her derê hene. Ez xwedî li berpirsiyariya xwe derdikevim. Em deyndarê vî gelî ne. Em ê qeyûman bişînin. Gelê Sêrtê wê di 31’ê Adarê de qeyûman bişîne.”