Gelê Serhedê HDP'ê bi coşek mezin pêşwazî dike

  • 15:53 14 Adar 2019
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN -  Namzetên HDP’ê li Agiriyê esnaf ziyaret kirin û li navçeya Westan a Wanê jî bi endamên meclîsê û xebatkarên şaredariyê re civiyan. Her wiha li Colemêrgê jî buroya hilbijartinê hat vekirin. Gelê Serhedê HDP bi coşek mezin pêşwazî kir.
 
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Hevşaredarên Agirî Yelîz Karaaslan û Abdurrahman Dogan, esnafên Kolana Cumhuriyetê ziyaret kirin. Namzetên HDP’ê yên Westan Melek Arapoglu û Veysî Şeker jî, bi endamên meclîsê û xebatkarên şaredariyê re li hev civiyan. Li Colemêrgê jî bi beşdarbûna Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik buroya hilbijartinê ya HDP'ê hat vekirin. 
 
Agirî
 
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Hevşaredarên Agirî Yelîz Karaaslan û Abdurrahman Dogan, esnafên Cadeya Cumhuriyetê ziyaret kirin. Serdan bi lêxistina  dahûl û zirnê pêk hat. Parlamenterê Agirî Abdullah Koç û Dîlan Dîrayet Taşdemîr beşdarî ziyaretê bûn. Namzetê Hevşaredrên Agirî Abdurrahman Dogar, li ser Cadeya Tahîr Elçî daxuyaniyek kurt da û wiha got: “Ji bo azadî, wekhev û edaletê divê hemû kes xwedî HDP’ê derkevin. Roj roja wêrekiyê ye. Vîna vî gelî xesp kirin û dest danîn ser vîna gel. Di 31’ê Adarê de, emê li vê qadê guvenda herî mezin bigerînin.”
 
Westan
 
Namzetên HDP’ê yên Westan Melek Arapoglu û Veysî Şeker jî, bi endamên meclîsê û xebatkarên şaredariyê re li hev civiyan. Namzetên bi xebatkerên şaredariyê re li hev civiyan, pirsgirêk û daxwazên personelan guhdar kirin. 
 
Namzetan dûre Serokatiya Daîreya Daristan û Çêkirina Rê û Serokatiya Daîreya Agirkuj ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ên Wanê ziyaret kirin.  Namzetê Hevşaredarê navçeyê Veysî Şeker li her du daîreyan axivî û wiha got: “Divê êdî Westan bê hilpekîn û ji nû ve şîn bibe. Ji bo vê jî ferasetek cuda pêwîste. Emê bi vê ferasetê, bi awayekê hevpar bi hevre bixebitin.”
 
Colemêrg
 
Li Colemêrgê bi beşdarbûna Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik li Geverê buroya hilbijartinê hat vekirin. Li vir Namzetên Hevserokatiyê yên Şaredariyê Remziye Yaşar û Îrfan Sari, Rêveberên HDP û DBP'ê û Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê bûn. Ahmet ê ku li Kolana Cengiz Topel hat ba gel diyar kir ku AKP ji ber tirsa windakirinê êrîşî HDP'ê dike.