Pervîn Bûldan: Dawî li vê bêhiqûqiyê bînin

  • 15:28 13 Adar 2019
  • Ramyarî
ERZIROM - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di hevdîtina gel a Qereçobanê ku veguherî mitîngê de axivî û got: “Em ê di 31’ê Adarê de bersivê bidin yên ku bi diziyê û cudakariyê welat birêve dibin.” Buldan bang li Wezareta Dadê kir û got: “Yasaya xwe pêk bînin û dawî li vê bêhiqûqiyê bînin.” 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û heyeta pê re îro çûn navçeya Qereçobanê ya Erziromê û tev li hevdîtina gel bûn. Hevdîtina gel a li ber buroya hilbijartina navçeyê pêk hat veguherî mitîngê. Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Bariş Kemaloglu, Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Qereçobanê Halît Ugun û Remziye Sonemz û bi sedan welatî beşdar bûn.
  
Pervîn û heyeta pê re di têketina navçeyê de hatin pêşwazîkirin û bi konvoyek dirêj çûn ber buroya hilbijartinê. Li ber muzîkê bi sedan welatî govend gerandin. Seranserî rê gel kêfxweî nîşanî konvoya HDP’ê da. Ji 7 salî heta 70 saliyan welatiyên qad xemilandin bênavber dirûşm berz kirin.
 
Di vê navberê de jinên bi navê Sedef Levent û Hatîce Kuçukkaya yên flamaya kesk, sor û zer derxistin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.   
 
Piştî namzetan gel silav kir, Buldan derket ser otobusê û xîtabî gel kir. 
 
'Tu gumana me ji gelê me nîne'
 
Pervîn wiha axivî: “Ev coş û kelecana jin û ciwanan jî nîşan dide ku em çiqas bi biryar û îsrar in. Em di vê coşê de dibînin ku ji niha ve li herêmê bûne îktîdar. Jixwe em li herêmê îktîdar bûn, îradeya nikaribûn bi dengan ji me bistînin bi qeyûman ji me sitendin. Em ji niha ve dibînin ku gelê Qereçobanê wê qeyûm di 31’ê Adarê de bişînin. Îktîdara van îktîdara derew û newehiyan e. Hindik ma ku ev derewkar bibin partiya tabelayan. Ji bo ku di destê wan de malzemeyek nemaye HDP’ê wek terorîst nîşan didin. Em li vir carek din jî dibêjin; em ne terorîst em gel in. Gel bi xwe şahidê îktîdarê ye li welat diziyê kir û cudakariyê dixe nava welat. Wê gelê me di 31’ê Adarê de bersiva van a herî xurt bide. Tu gumana me ji gelê me nîne. Wê bibînin ku welatek bi diziyê û bi gotina ji gel re bêjin terorîst birêve bibin. 
 
'Mafê her girtî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike'
 
Hevseroka KCD’ê û parlamentera me Leyla Guven bedena xwe daye ber mirinê. Grevên birçîbûnê li her deverê belav dibin. Daxwazek wan tenê heye. Ew jî rakirina tecrîdê ye. Mafê her girtî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Mafê Birêz Ocalan jî heye. Em li vir carek bangî Wezareta Dadê dikin; qanûnên xwe pêk bînin. Dawî li vê bêhiqûqiyê bînin.”
 
Pervîn û heyeta pê re piştî Qereçobanê derbasî navçeya Gogsî ya Erziromê bû.