‘Em ê di 31’ê Adarê de Kurdistan kî dere nîşanî wan bidin’

  • 09:05 11 Adar 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
ÊLIH - Feleknas Uca ya HDP’î diyar kir ku gelê Êlihê ji bo qeyûman bişînin bêsebrin û got: “ Yên diçin ser sindoqan divê Leyla Guven, Edîp Solmaz û Egît ji  bîr nekin. Em ê li ser sindoqan nîşanî serokomar bidin ku axa me kî der e. Em ê di 31’ê Adarê de Kurdistan kî dere nîşanî wan bidin.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca atmosfera hilbijartinê ya bajar nirxand. Feleknasê da zanîn ku ew di rojên dîrokî re derbas dibin û got çalakiya Leyla Guven ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 124’an de ye. Feleknasê her wiha da zanîn ku grev hatine astek krîtîk û got li aliyekî hilbijartin li aliyekî berxwedan û li aliyê din jî amadekariyên 8’ê Adar û 21’ê Adarê tên meşandin.
 
Feleknasê bi lêv kir ku di alî hilbijartinan de Êlih cihekî stratejîk e û wih agot: “Êlih di heman demê de bajarê Egîdan, bajarê Edîp Solmaz û bi hezaran berxwedêrî ye. Niha neviyên van berxwedêran al dewr girtine û têdikoşin.”
 
‘Gel ne rê aştiyê dixwaze’
 
Feleknasê bi lêv kir ku li hember wan êrîş zêde bûne û got bi êrîşkirina li hember Heskîfê jî êrîşî çand û dîroka Gelê Kurd dikin û hewl didin dîrokê di bin avê de bihêle. Feleknasê ev tişt anî ziman: “Gelê Êlihê hilbijartinan wek referandum digire dest. Gelê Êlihê êrîşan vala derdixe. Em li her derê bi coşek mezin tên pêşwazîkirin. Gel ne rê, aştî û aramiyê dixwaze. Sînemeya Yilmaz Guney hat hilweşandin. Li hember nirxên gel rêzdarî tune ye. Saziyên jinan hatin girtin, bi dehan kes hatin îxrackirin. Gel ji van nerehete. Hewl didin tliheviyê bikin navbera gelan. Dixwazin gel ji HDP’ê dur bixin.”
 
‘Wê ew ji vir biçin’
 
Feleknasê gotina serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan ya ‘Bila hemû HDP’î biçin Iraqê’ bibîr xist û got: “Başur ya me ye, Bakur ya me ye. Gelê Êlihê wê di vê hilbijartinê de bersiva wan bide. Em naçin cihekî. Lê wê ew li pey xwe mêze nekin û biçin. Yên diçin ser sindoqan divê Leyla Guven, Edîp Solmaz û Egît ji bîr nekin. Em ê li ser sindoqan nîşanê serokomar bidin ku axa me ku der e. Em ê di 31’ê Adarê de nîşan bidin ku Kurdistan kî der e.”