Namzeta keyatiyê Hedefa min avakirina meclîsa taxê ye

  • 09:25 10 Adar 2019
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Namzeta keyatiyê ya taxa Tinazpete, aktîvîsta hawirdorê û mamosteya teqawîtbûyî Sabriye Tuncay e. Sabriyeyê diyar kir ku ji bo taxeke mirov dikarin lê bijîn û berdewamiya rihê kolektîf bûye namzet û got hedefa wa ya ewil ev ku meclîsa taxê ava bike.
 
Li navçeya Çankaya ya Enqereyê namzeta keyatiyê ya taxa Tinazpete, aktîvîsta hawirdorê û mamosteya teqawîtbûyî Sabriye Tuncay e. Sabriyeyê derbarê pêvajoya namzetiya xwe de û projeyên xwe de axivî.
 
Li taxa ku 47 sale lê dijî namzet e
 
Sabriye ku 70 saliye piştî teqawît dibe di saziyên civakî de dixebite. Li dijî hemû çalakiyên hawirdorê bi hestiyar tevdigere û di Komeleya Piştevanî û Alîkariya Çandê ya Artvînê de serokatî kiriye. Sabriyeyê du deman serokatiya komeleyê kir û niha jî li taxa ku 47 sale dijî namzet e.
 
‘Herî zêde jin piştgiriyê didin’
 
Sabriyeyê wiha got: “Divê jin li malê runenin. Divê her kes tevlî pêvajoyê bibe. Di rêveberiyên herêmî de mêr zêde ne. Min got divê ev biguhere. Ji ber vê min biryar da. Di pêvajoya namzetiyê de herî zêde jinan piştgirî da. Ez bi ekîbeke ji 20 jinan pêk dihat tax bi tax geriyam û me pêvajoya namzetiyê vegot. Faktora ku herî zêde ez berbi namzetiyê birim, hesreta min ya li hember taxa min ya berê bû. Min xwest ez taxa xwe ji nû ve zindî bikim. Min 30 salan li vê taxê mamostetî kir. Ez pirsgirêkên taxê baş dizandim. Ev 47 sale li vê taxê me. Tinaztepe berê pir xweş bû. Her kesî hev nas dikir. Me sibehan ji hev re digot roj baş. Derdê kesekî dibû derdê me hemûyan. Kêfxweşiya hinekan dibûn kêfxweşiya me hemûyan.”
 
Sabriyeyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku jin hilberînerin û destê wan li ku bikeve diguhere û got di pêvajoya namzetiya xwe de jî gelek bertekên erênî girtiye.
 
Xebata ewil ji bo sewalên kolanê stargeh
 
Sabriyeyê daxuyakirin ku dawiya hefteya borî li parka taxê ji bo sewalên kolanê stargeh çêkirine û got: “Min estrumanên Artîvînê akerdeon û tulum anî. Li taxê û kêfxweşî û deng. Em lîstin. Me govend geran. Me cihên ji bo sewalan jî li erdê monte kir. Bernameya me eleqeyek mezin dît. Jin divê ne tenê di siyasetê de di her qadê de aktîf bin. Ez dixwazin li taxê malek piştevaniyê ya jinan ava bikin. Wê jin hefteyê rojekê berhemên destê xwe raxin. Ez ê meclîsa taxê ava bikim. Em dixwazin navenda dan û standina pirtûkan ava bikin. Wê gel bi saya vê pirtûkan di navbera hev de biguherin.”
 
Sabriyeyê di dawiya axftian xwe de daxuyakirin taxa wan di alî parqan de pir qelse û got ew ji bo zarokan kolaneke bi rihetî dikarin lê bilîzin, difirine û got ji ber ew mamosteye û zarok ji bo wê gelek girîngin.