‘Li dijî zextan wê hêvî û berxwedana jinan bi ser keve’

  • 09:23 10 Adar 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Jinên bi hemû rengên xwe, ji bo hilbijartinê amadekariyan dikin, kolan bi kolan, tax bi tax xebatan dimeşînin û diyar dikin ku wê li dijî zextan jin bi ser kevin, wê hêvî û berxwedana jinan bi ser keve.
 
Xebatên hilbijartinê bi lez û bez berdewam dikin. Meclîsa Jinan a HDP’ê, di rojên borî de bi aşkerakirina encamnameya jinê re, biryarbûn û îradeya xwe bi giştî derxist holê.
 
‘Em ê qadan terk nekin’
 
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Ceylan Aslan bi lêv kir ku hilbijartin ji bo jinan gelek girînge û sedema vê jî, êrîşa qeyûman a li hember destkeftiyên jinan e. Ceylanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bilî qezenckirinê rê tune. Qeyûman hemû tiştên aydê jinan tune kir. Abîdeyên me şikandin. Saziyên me girtin. Armanca herî mezin a qeyûman hedefgirtina destkeftiyan bû. Ev hilbijartin ji bo me girîng e. Divê bi taybet jin dakevin qadan. Me jinan tu car qad terk nekirin û em ê terk jî nekin. Divê hemû jin xwedî li sindoqan derkevin û li qadan bin.”
 
‘Em ê nirxên xwe ji nûve ava bikin’
 
Namzeta hevşaredariya Hezro Gulîstan Ektî jî balkişand ser coş û kelecanan jinan a di pêvajoya hilbijartinê de û wiha pê de çû: “Qeyûm tên wateya qirkirin û talanê. Dema talan û qirkirin hebe jî aştî û aramî tune ye. Ji ber vê divê jin li dijî talan û qirkirinê li qadan bin. Li ser beden, jiyan û biryarên jinan siyaset tê meşandin. Jin jî vê qebûl nakin. Li hember gelê Kurd polîtîka şer tê meşandin. Krîza aborî heye. Li dijî tacîz, tecawiz û kuştinên jinên jinan divê em biçin ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derkevin. Divê em nirxên xwe ji nûve ava bikin.”
 
‘Têkoşîna jinan wê faşîzmê têk bibe’
 
Hevşaredara Qilabana Şirnexê Zeynep Uren ya qeyûm tayînê cihê wê bû, destnîşan kir ku faşîzm ji hemû riyan êrîşê destkeftiyên jinan dikin û got êrîşên li hember destkeftî û mafên jinan bi awayekî aşkera li holê ye. Zeynebê dib erdewamiyê de wiha got: “Dizanin ku em van êrîşan ji nedîtîve nayên. Gelê Kurd, jinên Kurd û hemû aliyên demokrat divê van êrîşan biçewisînin û bigihêjin serkeftinê. Em xurtin, bi biryarin û em ewil şaredarî û piştre jî hemû destkeftiyên xwe wê şûnde bigirin. Têkoşîna jinên Kurd wê faşîzmê têk bibe. Ev hilbijartin têkoşîna mirovahiyê ye. Em ê vê têkoşînê biser bixin. Em ê wan ji bajarên xwe bişînin.”