‘Şirnex wê xeyala AKP’ê bimîne’

  • 09:05 7 Adar 2019
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Hevseroka HDP’a Şirnexê Zeynep Unat diyar kir ku wê Şirnex bibe xeyala AKP’ê û got: “Tiştekî ku wan ji bîr kiriye heye;Şirnex 10 sal berê dîsa hat hilweşandin lê gel tu car îradeya xwe teslîm nekir. Niha jî bi pere dikarin dengan ji gel bigirin. Lê dîsa jî Şirnex wê wekî xeyala AKP'ê bimîne. ”
 
Xebatên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê bê navber didomin. Hevseroka HDP’a Şirnexê Zeynep Unat der barê xebatên li Şirnexê de axivî. Zeynebê got ji roja xebat hatine destpêkirin heta niha li bajar her cureyê hîleyan hatiye kirin û çawa ev hîle hatine tespîtkirin, îtîraz kirine, lê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê bersivên pir cuda dane. 
 
'Her cureyê hîleyê hatiye kirin'
 
Zeynebê ev tişt daxuyand: “Ger her tiştî dizane. Ji roja xebat hatine despêkirin her cureyê hîleyê hatiye kirin. Bi hezaran deng anîn bajar. Lê me îtîrazê hemûyan kir. Yên ku dibêjin bi hîleyan em ê dengê gel bigirin, wê bibînin. Ev der hat hilweşandin, bi hezaran kes ji cihên xwe bûn, lê kesî îradeya xwe teslîm nekir. Wê Şirnex di xeyalên AKP’ê de bimîne. Wê AKP bi pere û tiştan wê nikaribe gel bixapîne.”
 
'Em bi gelê xwe bawer in'
 
Zeynebê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo şaredariyên xwe ji nû ve bigirin heta 31’ê Adarê wê bixebitin û got: “Em bi gelê xwe bawerin, bila ew jî bi me bawer bin. Em ê mal bi mal gund bi gund, tax bi tax bigerin. Wê encam baş bin. Em ê vê hefteyê buroyên xwe vebikin. Em dizanin wê sibeha 1’ê Nîsanê çawa şiyar biin.Gelê me jî dizane. Heta wê rojê em nesekinin û em ê bixebitin.”