Gelê Botanê bi dilekî germ HDP'ê pêşwazî dike

  • 13:47 2 Adar 2019
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Piştî Cizîrê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bi gelê Silopiyayê hat ba hevdu. Pervînê ji aliye gelê Cizîrê ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Berî vekirinê gera hilbijartinê li navçeyê hat kirin û jin û ciwanan eleqeyek mezin nîşan dan. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hilbijartinên 31'ê Adarê de starta hilbijartinê li Cizîrê dabû. Heyeta HDP'ê ya ku do li Hezexê û li Cizîrê bi gel re hat ba hevdu îro li Cizîrê bi gel re hat ba hevdu. Berî hevdîtina gel gera hilbijartinê li navçeyê hat kirin.
 
Gel berî vekirinê li derve kom bûn
 
Bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Silopiyayê hevdîtana bi gel re pêk hat. Berî vekriina buroyê û hevdîtina bi gel re li navçeyê xebat hatin kirin. Heyet bi tilîlî û bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Jin bi kincên xwe yên gelêrî heyet pêşwazî kirin. 
 
Pervîn Bûldan gera hilbijartinê kir
 
Di roja duyemîn a mîtinga hilbijartinê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan, Parlamenterên HDP'ê Nuran Îmir, Hasan Ozguneş, Huseyin Kaçmaz, Namzetên Hevserokatiyê yên Şaredariyê Adalet Fidan û Suleyman Şavluk bi konvoyê li navçeyê gera hilbijartinê kirin. 
 
Heyet berî ku derbasî navçeyê bibe li Tesîsa Bêhnvedanê ya Nerdişê bi dirûşmên " Em ê bi serîhildanê bi ser bikevin" hatin pêşwazîkirin. Gel bi nîşaneya serfiraziyê heyet pêşwazî kir. 
  
Wesayeta HDP'ê ya ku bi stranên HDP'ê derbasî navçeyê bû bi dilekî germ hat pêşwazîkirin. Esnafan bi nîşaneya serfiraziyê, jinan bi tilîliyên xwe, ciwanan bi çepik û dirûşmên xwe heyet pêşwazî kirin. 
 
Gel bi çepikan bersiv da anonsa "Silopî ya me ye" û bi kişandina wêne û videoyan gel ew kêliya mayinde hişt. 
 
Pervîna ku hat ber buroya hilbijartinê bi dirûşm û çepikan hat pêşwazîkirin. 
 
Dê vekirina buroyê piştî axaftinan bê kirin.