Guler Tunç: Gelê Botanê ji bo serkeftina 31’ê Adarê amade ye

  • 09:10 28 Sibat 2019
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Rêvebera HDP’ê Guler Tunç diyar kir ku piştî dîroka hilbijartinê diyar bûye şûnde AKP’ê bi hemû hêza xwe berê xwe daye Botanê û got: “Li dijî zext û astengiyan wê gelê Botanê di 31’ê Adarê de serkeftina xwe pîroz bike. Çoşa xebatên hibijartinê, fragmanek 31’ê Adarê ye.”
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û li bajarên ku qeyûm tayînê şaredariyan bûye, kelecana hilbijartinê roj bi roj zêde dibe. Li Şirnexa ku xebatên hilbijartinê bi kelecanek mezin didome û vekirina buroyan bi hewaya mîtîngê derbas dibe, gel bê sebir hilbijartinê dipê. Rêvebera HDP’a Cizîrê Guler Tunç destnîşan kir ku heta 31’ê Adarê wê xebatên xwe bimeşînin û em ê bi awayekî serkeftî hiblijartinê bi dawî bike.
 
‘Zextan pêşde dest pê kir’
 
Gulerê bi lêv kir ku piştî dîroka hilbijartinê diyar bûye şûnde AKP’ê hemû hêza xwe berê xwe daye Botanê û got ji barkirina qeydên hilbijartinan heta binçavkirina namzetan û her cureyê zextê li hember wan pêk hatine û got: “Di serî de li Şirnexê li gelek deveran qeyda hilbijêran hat kirin. AKP’ê ji ber dizanîbû ku nikare Şirnexê bigire, hilbijêrên xwe tîne wir. Dîsa li navçeyên din xîle hatin kirin. Her wiha namzetên me jî tê de gelek kes hatin binçavkirin.”
 
‘Buroya me di hedefa qeymeqam de ye’
 
Gulerê daxuyakirin ku coşa xebatên bilbijartinê wek fragmanek 31’ê Adarê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me di hilbijartinên herêmî de çawa deng girtin em ê di 31’ê Adarê de jî bi ser bikevin. Em bi gelê xwe bawer in. Di 31’ê Adarê de jî wê serkeftina hilbijartinê bê pîrozkirin. Em buroya xwe ya jinan a Cizîrê wê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de vebikin. Me digot em ê li Cizîrê 5 buroyên hilbijartinê vebikin. Lê nehat qebûlkirin. Buroya me ya li cihê herî qerebalix a Sûkê jî bi hinceta ‘qeymeqamtî nerehet dibe’ destûr nedanê. Lê tevî hemû lîstik û astengiyan wê helwesta gelê me bi hilbijartinên berê re wek hev be. Em kolan bi kolan, mal bi mal xebatên xwe dimeşînin. Wê hewldanên wan vala derkevin.”