Salîha Aydenîz: Manîpulasyon hewldanên beriya hilbijartinê ne

  • 09:07 27 Sibat 2019
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Salîha Aydenîz a HDP’î diyar kir ku gotinên Seroka Giştî ya Îyî Partî Meral Akşener ya wekî ‘li îmraliyê hevdîtin pêk tên’ manîpulasyonin û wiha got: “Beriya hilbijartinan armanca van gotinan propaganda hilbijartinan e û fikarên xwe yên li ser dengan li ser HDP û tecrîdê nîşan didin. Manîpulasyon hewldanên li dijî têkoşîneke mafdarin.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin di roja 112’ê de berdewam dike. Çalakiya koma ewil ya li girtîgehan hat destpêkirin ket roja 74’an, çalakiya nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz ket roja 99’an, li bajarê Strasbourg ê Fransayê jî çalakiya 14 kesî dabû destpêkirin ket roja 73’ê, li Gallerê çalakiya Îmam Şîş ket roja 73’an, li Mexmurê çalakiya endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok ket roja 39 û ya hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî ket roja 44’an. Li nêzî 60 girtîgehan ji 300’î zêdetir girtî ketibûn grevê û greva wan jî didome.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz balkişand ser tundiya polîsan a li hember çalakiyên bi armanca piştevaniya grevên birçîbûnê pêk tê û her wiha bersiv da gotinên Seroka Giştî ya Îyî Partiyê Meral Akşener yên wekê ‘Li Îmraliyê hevdîtin pêk tên’.
 
Salîhayê destnîşan kir ku li her derê cîhanê grevên birçûnê yên ku li dijî tecrîdê pêk tên belav dibin û meşa roja 100’emîn a greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku di 15’ê Sibatê de pêk hat bi bîr xist û wiha got: “Vê meşê rewşa şênber a tecrîdê nîşan daye. Li her derê bi dehan polîs bi çekên lûledirêj derketin pêşberî me û astengiya wan careke din tecrîd raxistin ber çavan. Me parlamenteran tevî hemû mudaxaleyan di roja 100’emîn çalakiya Leylayê de li ber mala Leyla Guven daxuyaniya xwe da.”
 
‘Li girtîgehan rewş pir krîtîk e’
 
Salîhayê destnîşan kir ku grevên birçîbûnê di asteke krîtîk de ne û li girtîgehan ji ber şert û mercan rewş hatiye astek krîtîk û got: “Em bi malbatên girtiyan re tên cem hev. Rewşên wekê, nedayîna vîtamîna B1, qelsiya kontrolên doktoran, nedayîna vexwarinê, zexta pîskolojîk, tehdîd û xistina hucreyên yek kesî li girtîgehan tên jiyîn. Dema mirov van tînin cem hev, tê dîtin ku rewşa kesên ketine grevê hatiye astek krîtîk. Ji bo şehadet neyên jiyîn hemû aliyên civakî û partî berpirsin.”
 
‘Divê tecrîd bi giştî bê şikandin’
 
Salîhayê bi lêv kir ku hemû parlamenterên HDP’ê û endamên MYK’ê civînek pêk anîne û di vê civîne rojeva sereke grevên birçîbûnê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me di civînê de nîqaş meşandin. Tişta herî zêde em li ser sekinin grevên birçîbûnê bûn. Rewşa wan hatiye astek krîtîk. Divê demildest bersiva vê bê dayîn. Divê hemû alî bikevin nav hestiyariyê. Ev jî bi têkoşîna civakî dikare bi encam be. Daxwaza Leyla Guven di cih de ye û rewa ye. Heta tecrîda Îmraliyê neyê şikandin tecrîda li ser civakê jî nayê şikandin.”
 
‘Manîpulasyon hewldanên li hember têkoşînê ne’
 
Salîhayê daxuyakirin ku gotinên Seroka Giştî ya ÎYÎ Partî Meral Akşener ya wekê ‘li Îmraliyê hevdîtin pêk tên’ manîpulasyone û wiha got: “Beriya hilbijartinan armanca van gotinan propaganda hilbijartinan e û fikarên xwe yên dengan li ser HDP û tecrîdê nîşan didin. Manîpulasyon hewldanên li dijî têkoşîneke mafdar e. Gotinên Meralê ne rast in. Tecrîd bi awayekî herî giran didome. Hejmara kesên roj bi roj dikevin grevê zêde dibe. Ev manîpulasyon hewldanên kesên ji şer xwe xwedî dikin en.Gotinên AKP, CHP, MHP û Îyî Partî rastiyê nîşan nadin. Desthilatdarî dixwaze mirovan ji rojeva sereke dur bixe.”