Ciwanên Amedê: Yên li dijî nirxên me ne rêzdar in wê herêmên me bi rê ve bibin?

  • 09:05 27 Sibat 2019
  • Ramyarî
AMED - Ciwanan pirsa ‘Yên li hember nirxên gelê me ne rêzdar in wê herêmên me bi rê ve bibin?’ pirsîn û diyar kirin ku wê şaredariyan ji dagirkeran bigirin û wê sindoqan bi rihê ciwanan zindî bikin.
 
Ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê yên herêmî xebatên hemû partiyên siyasî bê navber dimeşin. HDP’ê jî piştî namzetên hevşaredariyê diyar kir şûnde dest bi xebatan kir. Ev meheke, gund bi gun, navçe bi navçe bajar bi bajar digerin û namzetan didin nasîn, daxwazên der barê hilbijartinê de, bendewarî bi gel re tê parvekirin. Di serdanên pêk tên de jî dîmenên rengîn û bi coş dertên holê, li hember desthilatdariya heyî rexne û bertek hene. Qeyûmên di 2016’an de tayînê şardariyan bûn jî ewil saziyên jinan girtibûn, piştre jî qursên ji bo ciwanan, xebatên çand û hunerê hatibûn rawestandin. Ciwanan polîtîkayên qeyûman û pêvajoya hilbijartinê nirxand.
 
‘Em ê qeyûman ji şaredariyan bişînin’
 
Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Mizgîn Bor destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman re hemû şaredarî hatine xespkirin û got li hember îradeya gel darbe pêk hatiye. Mizgînê ev tişt got: “Niha li şaredariyan qeyûmên ku me ruyê wan nedîtine hene. Kesên ku gel nas nake, li şaredariyan e. Piştî qeyûman li hember nirxên Kurdan êrîş pêk hatin. Di 31’ê Adarê de em ciwan wê li ser sindoqa bin. Em ê nelêrêtî û qirkirinên li hember nirxên Kurdan vebêjin. Em ê qeyûman ji şaredariyê bişînin.”
 
‘Jin û ciwan hedef hatin girtin’
 
Jina bi navê Zînê Aşan jî bi lêv kir ku bi qeyûman re hemû xebatên çand-huner û ciwanan ên şaredariyan hatine sekinandin û got yekane îcrata şaredariyan di bin navê xizmetê de asfalta tê rijandinê ye. Zînê ev tişt vegot: “ Di dema şaredariyên DBP’ê de xebatên çand û huner, qurs û atolyeyan ketin meriyetê. Niha sazî û qursên hene jî ji bo ciwan û jinan tu tiştekî nake. Ji ber vê em ciwan û jin kî zêdetir ji bo pêşerojê tiştekî bike em ê dengê xwe bidin wan.”
 
‘Abîdeyên me hatin hilweşandin’
 
Îpek Akinci jî daxuyakirin ku wê qeyûman bişînin û şaredariyên xwe ji nû ve bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em şaredariyeke ku jinan esas digirin, dixwazin. Îradeya gel tune tê hesibandin û dest didin ser şaredariyan. Em jinên ciwan jî wê tevlî xebatan bibin. Em ê pêvajoya hilbijartinê bi coş derbas bikin. Em ê vê pêvajoyê ji gel re baş vebêjin. Hevşaredarên me hatin girtin. Abîdeyên me hilweşandin. Gelo ev kesên li dijî nirxên me ne rêzdar in wê me bi rê ve bibin? Divê ewil li dijî nirxên gel rêzdar bin. Em ê li her derê bibin dengê HDP’ê.”