‘Desthilatdarî ji ber ji HDP’ê ditirse, êrîş dike’

  • 09:04 26 Sibat 2019
  • Ramyarî
MANÎSA - Jinên HDP’î bertek nîşanî êrîşên li hember partiya wan û hedefgirtina jinan dan û gotin: “Desthilatdarî ji ber ditirse, êrîş dike. Dixwaze bitirsîne lê ew bixwe ditirsin. Ji vê sîwaneyê ditirsin.”
 
Ji aliyê serokomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan û wezîrê karê hundir Suleyman Soylu ve gotinên tehdîdwarî û heqaretên li hember HDP’ê pêk tên û bernameyên parlamenterên HDP’ê jî rastî şîdet û astengiyan tên. Çalakiyên bi armanca piştgiriya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên din pêk tên jî rastî êrîşan tên. 
 
Parlamenterên xwestin ji 15 bajaran bimeşin Amedê jî, tevî hemû zextan pêk hat. Ji bo meşa li Taksîm a Stenbolê pêk hat jî wezîrê karê hundir tehdîdek zayendperest a weke ‘Ger ez bidim meşandin ez ne mêr im’ kir.
 
‘Hilbijêr kirin rêza bacan û kartolan’
 
Hevseroka HDP’a Saruhanê Nevîn Gursel destnîşan kir ku HDP yekane partiya muxalefetê ya Tirkiyeyê ye û êrîş jî di esasê de tirsekê îfade dike. Nevînê ev tişt vegot: “Desthilatdarî yekparêz û otorîter e. HDP partiyeke ku ligel mafê mirovan e. AKP û serokomar naxwaze em bi hev re bin. Ew dixwaze hilbijêrên xwe bîne cem hev. Vê jî bi rêzên bacan û kartolan pêk tîne. Ev jî aliyên krîza aborî nîşan dide. Bi êrîşên li hember HDP’ê dixwaze krîzê veşêre. Dengên AKP’ê dikevin, ji ber vê tifaq ava kiriye.”
 
‘Desthilatdarî ditirse’ 
 
Rêvebera HDP’a Manîsayê Hediye Yildiz jî bi lêv kir ku desthilatdariya AKP’ê ya salî zilm aniye û got: “Partiyên din jî piştgirî danê. Zilma herî mezin li HDP’ê dikin. Niha dor anîne parlamenteran. Ji ber dixwazin bitirsînin. Lê di esasê de ew ditirsin.”
 
‘Dewlet ji vê sîwanê ditirse’
 
Keça namzeta hevşaredariya Manîsayê Hatîce Aslan, Hanîfe Suer got her tim êrîş li hember HDP’ê pêk tên û got: “Di salên borî de dema dayika min di girtîgehê de bû, ez çûm hevdîtina dayika xwe. Ez ducanî bûm. Gardiyanan dora min girt û pihîn li zikê min xistin. Ji rêveberê AKP’ê bigire heta kesên dengan didin wan li dijî HDP’ê polîtîkaya îşkenceyê pêk tîne. HDP bi awayekî çalak dixebite. Desthilatdarî jî hewl dide biçewisîne. Tevî ku OHAL rabûye jî nahêlin em mîtîngan pêk bînin. Ev dewlet ji vê sîwanê ditirse.”
 
‘Ji ber partiya jinê ye êrîş dikin’
 
Keça Hatîce Aslan a din Mulkiye Altan jî diyar kir ku desthilatdariyê berê xwe daye jinên HDP’î û got: “HDP partiyek jinê ye. Dema dayika min ket girtîgehê min ji hevjînê xwe şîdet dît. Ez çûm qerekolê, qerekolê ez neparastim. Polîs navê dayika min pirsî û piştre tiştek nekirin. Daxwaza min a ewlehiyê pêk neanîn. Ez piştgiriyê didim HDP’ê û polîtîkaya wê ya jinê. HDP azadiya jinê diparêze. Ji ber vê êrîşê HDP’ê dikin.”