Serap Çakmak: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tetwanê bûm namzed

  • 09:11 12 Sibat 2019
  • Ramyarî
BEDLÎS- Namzeta hevşaredariya HDP’ê ya Tetwan a Bedlîsê Serap Çakmak Genç, hedef dike ku projeyên girîng yên der barê jin, ciwan û zarokan de bike jiyanê.
 
Piştî ku HDP’ê namzetên hevşaredariyê aşkera kir şûnde, xebatên ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê bê navber dimeşin. Yekem hedefa namzetên HDP’ê ev e, qeyûmên tayînê şaredariyên DBP’ê bûne bişînin û şaredariyên nû bidest bixin. Namzeta hevşaredariya Tetwana Bedlîsê Serap Çakmak Genç, hedef dike ku Tetwanê ji qeyûm bigire û xebatên girîn bike jiyanê.
 
Serap ji Tetwanê ye, lîse li Tetwanê temam kiriye. Li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê jî beşa Civaknasiyê xwendiye. Serapê di damezrandina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de cih girtiye, piştre di DBP, HDP’ê de rêveberî kiriye. Serap ku di siyasetê de çalake, karê destan jî dike, dayika zarokekê ye.
 
‘Gel dibêje ‘pir bixebitin şaredariyê bigirin’
 
Serapê destnîşan kir ku gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’ê dide û wiha pê de çû: “Li herêma Bedlîsê bi giştî 5 şaredarî hebûn. Qeyûm tayîn kirin û hevşaredar ji peywirê girtin. Li seranserê Bedlîsê li dijî qeyûman betekek cidî heye. Gel nelêrêtiya şaredariyên AKP’ê jî dît. Gel dema me dibîne dibêje ‘pir bixebitin şaredariyê bigirin’. Peywira me jî ev e ku em baweriya gel vala dernexînin.”
 
Serapê bi lêv kir ku karê ewil yê qeyûm girtina Navenda Jinan a Mizgîn bû û ev tişt bi lêv kir: “Em ê navenda jinê ji nû ve vebikin.Em ê dîsa ji bo jinan qadên îstîhdamê vebikin. Ji bo dayikên dixebitin, em ê kreşan vebikin, di van kreşan de em ê hewcedariyên zarokan bînin cih, ji bo zarokan parq û qadên lîstikê vebikin. Li Bedlîs û navçeyên wê pisgirêka herî cidî betaliye. Ji vê rewşê jî herî zêde jin bi bandor dibin. Jin zêdetir rastî binpêkirin aborî tên.Bi mêran re li heman qadê dixebitin lê ji wan kêmtir pere digirin. Ji vê ez ê bixebitim.”
 
‘Em ê bi jinan re bajarekî paqij û estetîk biafirînin’
 
Serapê bi lêv kir ku wê pirsgirêka paqijiyê ya Tetwanê jî çareser bikin û got wê bi jinan re bajarekî paqij û estetîk biafirînin. Her wiha Serapê balkişand ser pirsgirêkek din a girîng ya bajar û got bikaranîna hişbirê zêdeye û wê li dijî vê têbikoşin, ji bo ciwanan qadên futbol, basketbol û her wekê din ava bikin, atolyeyek muzîkê ya pir zimanî ava bikin.