Der barê Salîha ya HDP’î de 2 fezlekeyên din

  • 09:11 11 Sibat 2019
  • Ramyarî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Der barê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz de, bi hinceta parvekirina hashtaga #CPTactForOcalan a der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de û tevlîbûna daxuyaniya operasyonên 9’ê Cotmehê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve du fezleyên cuda hatin amadekirin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz de, bi hinceta parvekirina hashtaga #CPTactForOcalan a der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de û tevlîbûna daxuyaniya operasyonên 9’ê Cotmehê bûye, 2 fezlekeyên cuda amade kir.
 
Salîhayê di 18’ê îlona 2018’an de bi armanca balê bikşîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî hashtaga ‘Komîteya pêşîgirtina îşkencê ya Ewropayê ji bo Ocalan bikeve tevgerê’ parve kir û nivîsa ‘tecrîd sucê mirovahiyê’ nivîsî. Serdozgeriyê daxwaz kir ku destnedana Salîhayê rabe û heta 2 salan cezayê girîgehê xwest. 
 
Fezlekeya duyemîn jî hat amadekirin
 
Di 9’ê cotmeha 2018’an de bi armanca şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî ya li navendê wê Amed bû pêk hatin, li Amedê Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan li Amedê daxuyaniyek da û Salîha jî tevlî bibû. Fezlekeya duyemîn a der barê Salîhayê de jî bi vê hincetê hat amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê got Salîhayê di daxuyaniyê de cih girtiye û bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê kiriye’ daxwaz kir ku destnedana wê bê rakirin.
 
Der barê Salîhayê de berê jî fezleke hatibûn amadekirin û beriya ku Salîha parlamenter bê hilbijartin bi hinceta di çarçoveya xebatên KCD’ê de ‘rêxistin ava kiriye û bi rêve biriye’ bi daxwaza heta 30 sal cezayê girtîgehê doz hatibû vekirin.