Sebahat Tuncel: 29 sal ceza nîşan dide ku me desthilatdarî nerehet kiriye

  • 09:07 11 Sibat 2019
  • Ramyarî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzera Sebahat Tuncel, Cemîle Turhalli der barê 29 sal û 3 meh cezayê li Gultan Kişanak û muvekîla wê Sebahat Tuncel hatiye birîn de axivî û diyar kir ku Sebahat Tuncel li dijî biryarê matmayî nemaye. Cemîleyê got Sebahatê ev tişt aniye ziman: “Ev biryar nîşan dide ku em çiqas mafdar in. Di vê pêvajoya tarî ya Tirkiye tê de ye de divê em hinek din fedekariyê bikin. Grevên birçîbûnê jî di vî alî de pêvajoyek ku em fikrên xwe îfade dikin e.”
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye maşdin de, di cotmeha 2016'an de hevşaredara bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak hatibû girtin. Her wiha di meha mijdarê de jî hevseroka giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel hatibû girtin. Ji doza ku her du siyasetmedar dihatin darizadin, bi giştî li her du siyasetmedaran 29 sal û 3 meh ceza hat birîn.
 
Rayagiştî bertekên tund nîşanê mijarê dan û parêzera Sebahatê, Cemîle Turhalli Balsak diyar kir ku Tirkiye bi biryarên vî terzî xwe li hember Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) mahkum kiriye.
 
‘Her tişt bi lez û bez kirin’
 
Cemîleyê got piştî Sebahat hatiye binçavkirin li şûna bibirana girtîgeha Tîpa E ya Amedê, birine girtîgeha Sîlîviriyê, li Amedê tenê rûniştinek wê hatiye dîtin û bi hinceta ewlehiyê neqlê Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê hatiye kirin. Cemîleyê got parêzerên wê jî li Amedê ne û her carê ji bo darizandinê çûne Meletiyê û wiha pê de çû: " Darizandin ji xwe bi awayekî facto hat meşandin. Mafê parastina muvekîla min hat astengkirin. Ferz kirin ku bi SEGBÎS tevlî bibe. Her tişt bi lez û beş meşandin."
 
Mafê darizandikek adîlane û parastinek adîlane hat binpêkirin. Biryara hatiye dayîn jî karaset e. Cezayê nêzî hev dan Sebahat û Gultanê. Ev jî balkêş e. Biryara bi hincet hîna nehatiye aşkerakirin. Ev ceza der barê çi de hatiye dayîn jî ne zelal e.”
 
‘Biryarê Sebahatê matmayî nekir’
 
Cemîleyê bi lêv kir ku piştî biryarê bi Sebahatê re hevdîtinek kirine û got: “Sebahatê got ‘Darizandinên bi vî rengî her tim di ajandayên veşarî yên desthilatdariyê de hene.’ Her wiha got ew li dijî biryarê matmayî nemaye. Pêvajoya temyîz, îtîraz û îstînafê heye. Ji ber vê em nikarin bêjin ku pêvajoya darizandinê qedyaye. Sebahatê 28 roj e di greva birçîbûnê ye. Şert û merc ji bo girtiyan zehmet in. Ez dikarim bêjim ku tevî her tiştî moral û motîvasyona wan gelek bilind bû.”