Polîtîkayên şaredariya AKP’ê esnafên sanayiyê qedand

  • 09:05 11 Sibat 2019
  • Ramyarî
WAN - Li Herêma Sanayî ya Tuşbayê nêzî 2 hezar dikan hene û nêzî 800 karkerî dixebitin. Karkerên niha li dijî krîza aborî berxwe didin, ji ber şaredariya AKP’ê ya heyî jî pirsgirêkan dijîn. Li sanayiyê her tim karker ji kar tên derxistin û hêviya esnafan HDP ye.
 
Tuşba ku yek ji navçeya navendî ya Wanê ye û zanîngeh û herêma sanayiyê jî lê ye, di bin rêveberiya şaredariya AKP’ê de ye. Lê şêniyên navçeyê xwendekar û esnaf diyar dikin ku bi salane tu tiştek nehatiye kirin.
 
Sanayî nikare kar bike
 
Li sanayî nêzî 2 hezar esnaf û 800 karker hene, lê niha ji ber krîzê kar nayê kirin. Li her dikanê karker neçar dimînin dest ji kar berdin û li hinek dikanan jî karê ku divê 4 kes bikin, yek kes dike. Li herêmê bîhnek giran û duman bilind dibe, di piranî dikanan de jî zarok tê xebitandin. Li herêma ku binesazî jî tune ye, di riyan de çal çê bûne, ji ber axê jiyan zehmet dibe. Karkerên di şertên giran de têkoşîna jiyanê didin diyar dikin ku şaredarî xizmetê nake.
 
‘Li dijî şaredariya AKP’ê bertek’
 
Yek ji namzeta hevşaredariya HDP’ê ya Tuşbayê Ayşe Mînak da zanîn ku di serdanên pêk tînin de dibînin ku esnaf di rewşek xerab de ne û wiha got: “Em bi hemû esnafên xwe re hatin cem hev. Em bi rêveberiya sîteya oto sanayiyê re hatin cem hev. Pirsgirêk çi ne? Çiqas xizmet girtine? Me di van mijaran de agahî girt. Em çû ku derê li wir li dijî şaredariyê bertek hebûn.”
 
‘Li sanayiyê hejmara zarokên karker zêde ne’
 
Ayşeyê her wiha destnîşan kir ku hîna şopên du erdhêjên mezin ên li Wanê hatine jiyîn hene û wiha pê de çû: “Gelek avahiyên li herêma sanayiyê bê ruhsat in. Şaredariya Tuşbayê bi tu awayî bersiv nedaye vana. Esnaf bi awayekî cidî hatiye mexdurkirin. Di riyan de çalên mezin vebûne. Ava barê kom bûye. Mirov di van riyan de dimeşin. Hejmara zarokên karker jî gelek zêde ye. Bêguman ev hemû me dikin fikaran. Esnaf bi hêviyek mezin li HDP’ê dinêrin. Em ê bi gel re her tiştî biguherin. Em bi hev re ji bin vê derkevin. Em çûn cem 700-800 esnafî. Esnafan balkişand ser mijarek trajîk. Gotin ‘Em li vir 10 kes bûn, niha 8 kes derxistine em 2 kes dixebitin.’ Krîza aborî bi awayekî bandor kiriye.”
 
‘AKP wê bibe partiya tabelayê’
 
Ayşeyê di dawiyê de da zanîn ku li Tuşbayê hema hema hemû ciwan dixebitin û ev ciwan pir carî bêyî ku kar bikin vedigerin malê. Ayşeyê wiha dawî lê anî: “Ev bandorek travmatîk li ser mirovan dike. Bi van bandorên travmatîk bertekên cidî tên. Bendewariya gel ji me pir e. Em ê di 31’ê Adarê de AKP’ê jî wek gelek partiyên din bikin partiya tabelayê. Em ê topyekun ji herêmê derbixin.”