Çalakiya nobetê bi dawî bû

  • 16:35 9 Sibat 2019
  • Ramyarî
AMED - Çalakiya nobetê ya ji bo piştgiriya Leyla Guven û girtiyan bi dawî bû. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û got: ''Qonaxa krîtîk ji zû de derbas bûye. Di cih de divê daxwaz werin qebûlkirin. Roj îro ye dibe sibê dereng be.''
 
Çalakiya Nobetê ya ji bo piştgiriya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ku beriya niha bi 10 rojan li avahiya KCD'ê hatibû destpêkirin bi dayîna daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû. Parlementerên HDP'ê, rêveberên HDP, DBP, KCD û aktîvîstên TJA'yê, nûnerên rêxistinên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran di daxuyaniya çameniyê de axivî û bi bîr xist ku Leyla Guven ev 94 roj in di grevê de  ye, li girtîgehan û li gelek cihên cîhanê bi sedan mirov bi yek daxwazê dengê xwe bilind dikin û got: ''Tekana daxwaza girtiyên siyasî, siyasetmedar, welatî û nûçegihanan ew e ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan rabe. Rêzdar Ocalan piştî çalakiya Leyla Guven birayê xwe Mehmet Ocalan dît. AKP li gorî qanûna destûra darbeyê jî naçe. Siyaseteke wiha li pêşberî me heey ku qanûnên xwe jî bi cih nayîne.''
 
Ayşe destnîşan kir ku tecrîd bi rengekî sîstematîk ji Imraliyê dest pê dike û li tevahiya Rojhilata Navîn berbelav bûye û wiha got: ''Îro li ser siyaseta demokratîk, jinan, zarokan, ciwan û civakan tecrîd heye. Helwesta 300 girtî û hevrêyên  me yên din ku bi qêrîna Rêzdar Leyla Guven dest pê kirî bibiryar e. Bi rojane ku hewl tê dayîn ku mirov ji vê qêrînê re bibin deng lê tekane muxatabê vê desthilat û Wezareta Dadê ti dengî ji xwe dernaxîne. Heke encamên nebaş çêbibin desthilata siyasî û Meclîs e, ku Leyla Guven jî endamê wê ye. Her wiha zexteke giran li ser girtiyên siyasî heye. Cezayên disîplînê li girtiyên greva birçîbûnê tê birin. Li Edîrne û Xarpêtê girtî di hucreyên yek kesî de têne hiştin. Ev jî haziriya wê ye ku dewlet xwe ji mirinê re hazir dike.''
 
Ayşe axaftina xwe wiha bi dawî kir: ''Leyla Guven qonaxa krîtîk ji zû ve derbas kiriye. Bi tevahî bi qasî 12 kîloyan li xwe şikandiye. Deqeyek û kêliyek jî girîng e. Roj îro ye dibe sibê dereng be. Em ê di rojên pêş de jî çalakiyên cuda li dar bixin. Ez bang li nivîskar, hunermend, rewşenbîr û aktîvîsten mafê mirovan dikim ku li dijî tecrîdê serî rakin. Ne îro be lê kengî em ê li dijî vê rewşa bi şer dengê xwe derxînin? Heke ew roj ne niha be wê kengî be? Em ê li pêş vê tecrîda mitleq bibin asteng. Em bangli desthilata siyasî û Wezareta Dadê dikin, em daxwaze daxwazên wiha ne ku li Tirkiyê mîsogeriya jiyana hevpar e. Bang tê kirin ku hûn qanûnên xwe bi cih bînin. Beriya ku bi derengî bikeve divê desthilata siyasî di cih de bi girtiyan re rûne û daxwazên wan bi cih bîne.''