Li Pîranê biryara veguhestina 13 sindoqan hat dayîn

  • 14:03 9 Sibat 2019
  • Ramyarî
AMED – Li navçeya Pîranê piştî cemidandina qeydên hilbijêran vê carê biryara 13 sindoqan bikin yek û bê veguhestin hat girtin. HDP îtîrazî biryarê kir. 
 
Piştî hilbijêrên xeyalî niha jî biryara ku wek her hilbijartinê sindoqên hilbijartinê dikin yek ketin rojevê. Li gelek navçe û bajarên herêmê hilbijêrên xeyalî li ser gelek avahiyên ku vala ne hatibûn qeydkirin. Li navçeya Pîranê derket holê ku biryara sindoqên hilbijartinê bikin yek. Piştî lîsteyên hilbijêran hatin daliqandin, li navçeya Pîrana Amedê 40 hilbijêr qeyda wan hatibû cemidandin û li navenda Amedê jî qeyda 656 hilbijêran hatibû cemidandin. 
 
Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de li ser daxwaza walîtiyan li 20 bajarên herêmê bi hêceta “ewlehiya hilbijartinê” sindoq hatibûn veguhestin. Li Wan, Dersim, Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Qers, Colemêrgê, Erzîngan, Erzirom, Xarpêt, Amed, Bedlîs, Çewlig, Êlih û Agirî jî di nav de li 20 bajaran sindoqên 144 hezar hilbijêran hatibû veguhestin. 
  
Ev pêkanîn niha jî beriya hilbijartina herêmî li navçeya Pîranê xistin dewrê. Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê biryar girt ku 13 sindoq bikin yek. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê li dijî biryara Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeya Pîranê îtîrazî Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr kir.