Pervîn Bûldan: Em ê teqez tecrîdê bişkînin

  • 13:39 5 Sibat 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civina meclîsê de li ser tecrîda Îmraliyê û çalakiya Leyla Guven axivî. Pervînê soz da Leyla Guven ku ew dê wê bidin jiyandin û îro heta sibê dê bi tevlêbûna hemû parlamenteran li Meclisê nobeta aştiyê bigirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di civîna koma  meclîsê ya îro de tenê li ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî. Pervîn, diyar kir ku ew soz didin Leyla ku ew dê bidin jiyandin û tecrîdê bişkînin. Axaftina Pervînê wiha ye: 
 
"Em bi rojeva Leyla Guven civîne. Ji Tirkiye heta Ewropa dengê wê û berxwedana wê sînor derbas kirine. Ji bo em bibin dengê wê em li vir kom bûne. Îro berxwedana wê di roja 90'an de berdewam dike. Sebahat Tuncel û Selma Irmak ji bo piştgiriyê bidin çalakiya wê 21 rojin di greva birçîbûnê de ne. Li zindanan 315 girtî di grevê de ne. Li Ewropa, li zindanan çalaki belav dibe.  Tecrîda Îmralîyê 20 salin didome. Welat 20 salin di bin tercîdê de. Kengî tecrid rabû ken, aştî, ronahî û arami pêş ket. Kengî tecrîd dest pê kir, şer, binpêkirin, hêsir û girî pêş ket. Ji ber vê yekê tecrîd tarî û şer e. Ji  bo tecrîd bi dawî bibe, Leyla Guven 90 rojin hevî û baweriyê pêş dixe. Hêz û wêrekiyê pêş dixe. Teqez û teqez em ê tecrîdê bişkînin. Em bawer dikin teqez dê tecrîd bişkê û roj ji nûve hilê. Em carek din bang li hemû kesên xwedî wîjdan dikin ku ji bo Leyla û hemû hevalên di grevê de bidin jiyandin em bibin dengê deyla. Jiyana Leyla jiyana welat, aştî û demokrasiyê ye. Sibê bêyî dereng bimîne em hemû bi hevre lê xwedî derkevin.  Em bang li hikûmetê dikin heviya gelan a aştiyê venemirînin. Hêj rê nêzîk e vegerin. Zû dawî li tecrîdê bînin. 
 
Em îro dê heta sibê li meclisê bi tevlêbûna hemû parlamenteran nobeta aştiyê bigirin.  Brêz Leyla Guven em dê tecrîdê bişkinin, tecrîdê bişkînin aştiyê bidin jiyandin. Teqez emê decrîdê bişkinin û te bidin jiyandin."