Ji şêniyên Ferît Koşkê bertek: Bila qeyûm nêzî taxa me nebe

  • 09:26 5 Sibat 2019
  • Ramyarî
Gulîstan Azak
 
AMED - Şêniyên taxa Ferît Koşk a Amedê ku ji aliyê qeyûm ve ji mafên ceyran, perwerde û xizmetên wek veguhestinê bêpar tên hiştin, hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê bi bîr xistin û diyar kirin ku bila qeyûm nêzî sînorê taxa wan jî nebe.
 
Li ser dîroka 11’ê Tîrmeha 2017’an û nivîsa hejmar 8972 a Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê di 17’ê Tîrmeha 2017’an de Lijneya Wezîran kom kiribû û taxa Ferît Koşk a 3 hezar û 246 nifûsa wê heye, ya navçeya Yenîşehîr a Amedê wek ‘qada bi rîsk’ hat îlankirin. Biryara hat girtin îmzeya serokomar Tayyîp Erdogan re di 18’ê Tebaxê de di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê.
 
Bi biryarê re şêniyên taxa Ferît Koşk ji xizmetên şaredariyê yên wekê perwerde, ceyran û veguhestinê bêpar hatin hiştin û biryara Lijneya Wezîran a ‘rîska afetê’ bi bîr xist û got bêhestiyarbûna şaredariyê bi zanebûne. Şêniyên taxê bal kişandin ser serdanên partiyan ên beriya hilbijartinê û bi gotinên ‘bila qeyûm nêzî sînorê taxa me nebe’ bertek nîşandan.
 
‘Şaredarî daxwazên gel nabîne’
 
Şêniya taxê Zeynep Malçok diyar kir ku tenûra wê ya bi dîwarê kişlaya leşkerî ve bûye zinar bi serde ketiye û hilweşyaye. Zeynebê wiha got: “Tevî me bi dehan carî got jî tu tedbîr nehat girtin.Helwesta şaredariyê bi zanebûn e. Li taxa me ne firin ne marketek heye. Yekane çavkaniyên debara me tenûrên me bûn. Ji roja tenûrên me hatin hilweşandin heta niha em nikarin nan lêxin. Tevî me bi dehan carî got wan tu tedbîr negirt. Bihêlin girtina tedbîrê negotin ‘kesek birîndar heye an na.’ Beriya zinar bikevin me ji bo tedbîrgirtinê serlêdan kir. Lê şaredarî li me venegeriya.”
 
Sertem Malçok jî daxuyakirin ku ji bo tedbîrê serî li şaredariyê dane û got: “Piştî hilweşîna tenûran şûnde şaredariyê tiştek nekir. Şaredariyê got ‘ji bo tenûrê çi hewce dike bikirin, em ê ava bikin’. Li cihekî ku ewlehî tune avakirina tenûrê ya ji nûve ne tedbîre. Em ne di derdê pereyê tenûrê de ne. Me xwest ji bo parastina ji zinaran tedbîr bê girtin.”
 
‘Agahiya şaredariyê ji gel tune ye’
 
Halîme Malçok jî destnîşan kir ku tenê di dema hilbijartinan de tax tê bîra wan û wiha got: “Taxa me di nav xizaniyê de ye. Şaredarî jî li dijî vê bêdenge. Di navbera şaredarî û gel de qûtbûnek mezin heye. Agahiya gel ji şaredariyê ya şaredariyê jî ji gel tune.”
 
‘Li taxê dibistan tune’
 
Jina bi navê Leyla Kaya jî ev tişt anî ziman: “Tevî taxa me li navendê ye em di şertên gund de dijîn. Li taxê tu xizmeta şaredariyê tune. xizmeta ceyran, veguhestin û perwerdê tune. Ji ber dibistan li taxê tune, zarok nikarin dibistana seretayî jî temam bikin. Taxa me di nav xizaniyê de ye. Tenûrên me hatin rakirin. Firina me tune. Em nikarin xurekan bikirin. Market tune. Zarokên me diçin dibistana taxa Hasan Paşa.”
 
Jina bi navê Ayşe Taniş jî bi lêv kir ku bi tayînkirina qeyûman re jiyana wan zehmetir bûye û got: “Beriya hilbijartinê partî tên taxa me. Em naxwazin qeyûm bê sînorê taxa me. Bi hinceta ceyrana kaçax tê bikaranîn ceyran hatin birîn. Ji bo her malbatê herî kêm 8 hezar TL pere ceza hat birîn. Şaredariyên DBP’ê hewcedariyên me dianîn cih. Lê niha tu xizmet nayên dayîn.”