Namzeta Qelqeliyê Dîlan Ogrencî: Wê li kolanan rengê jinê hebe

  • 09:24 5 Sibat 2019
  • Ramyarî
WAN - Namzeta hevşedariyê ya HDP’ê ya Qelqeliyê ya Wanê Dîlan Ogrencî diyar kir ku wê bi taybet projeyên derbarê jin û ciwanan de bikin jiyanê û şaredariyên hatine xespkirin jî wê şûnde bigirin.
 
HDP’ê piştî diyarkirina namzetên hevşaredariyê xebatên xwe yên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê lezg kir. Hedefa yekem a namzetên HDP’ê ev e ku qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê bûne bişînin. Namzeta hevşaredariya Qelqeliyê ya Wanê Dîlan Ogrencî jî got wê şaredariyên hatine xespkirin şûnde bigirin. Dîlan ku yek ji namzetên ciwan a 25 salî ye, dixwaze projeyên girîng li navçeyê bike meriyetê.
 
Dîlanê ji Gundê Aksorguç ê Qelqeliyê ye. Dîlanê lîse li Wanê temam kiriye. Di dema lîseyê de perwerdeya reqsên gelêrî daye jinan û ji Zanîngeha Artuklu a Mêrdînê Beşa Mamostetiya Turîzmê qedandiye. Dîlan a li Mêrdînê di xebatên siyasî de cih girt, li Qoserê jî di xebatên hilbijartinên herêmî yên HDP’ê de cih girt.
 
‘Ez dixwazim di nav rengên HDP’ê de cih bigirim’
 
Dîlanê bi lêv kir ku HDP partiya jin û ciwanan e û ji ber dengê mîlyonan jinî ye ew bûye namzet û wiha got: “HDP partiyeke ku hemû nasnameyan di nav xwe de dihewîne ye. Min jî xwest ez di nava van rengan de cih bigirim. Ez dixwazim pişt bidim vê têkoşînê. Ji ber vê divê bi taybet jin dengan bide HDP’ê. Em berdewamiya jinên li Rojava li dijî DAIŞ’ê têdikoşin in. Em neçarin têkoşîna wan mezin bikin. Ji ber vê ez banga têkoşînê li hemû jinan dikim. Em dest bidin hev em ê zîhniyeta serdest a mêr têk bibin. Ji ber vê dixwazim jin di HDP’ê de cih bigirin. Divê jin dest bidin hev û li Qelqeliyê zîhniyeta serdset a mêr têk bibin. Piştî vê wê rengê jinê li kolanên Qelqeliyê hebin.
 
'Xebatên şaredariyê wê bi gel re pêk bên'
 
Dîlanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê ji bo jinan hem projeyên perwerdeyê hem jî yên îstîhdamê meriyetê û got: “Projeyên min yên derbarê akademiya jinê de heye. Ez ê li her derê derbarê jinan de xebatê bimeşînim. Dixwazim ji bo jinan navendên ciwanan ava bikim. Dixwazim qadên çand û hunerê ava bikim. Em ê xebatan bi gel re bi jin û ciwanan re bikin jiyanê. Em ê şaredariyên hatine xespkirin şûnde bigirin.”