Remziye Tosun: Em ne wekîlên meclisê yên gelê xwe ne

  • 10:15 3 Sibat 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun a ku di 4 mehan de 8 feleke derbarê wê de hatin amadekirin diyar kir ku ji bo wê tu waateya van fezlekeyan tune ye. Remziyê di berdewamiyê de wiha got: "Em ê bi gelê xwe re tevli merasîma cenaze jî bibin û li dijî bêhiqûqiyên têbikoşin."
 
Meclisa Tirkiyeyê di serdema 27'emîn a vê salê de jî bi fezlekeiyên derbarê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di rojevê de ye. Bi fezlekeyên ku herî dawî hatin amadekirin re 159'ên wan derbarê parlamenterên jin de bi giştî 257 felzlek hatin amadekirin. Di fezlekeiyên ku bi daxwaza bila destnedan bê rakirin hatin amdekirin de, wekî hincet parvekirinên parlamenteran ên li ser medya civakî û tevlibûna mezrasîma cenazeyan hat nîşandan.  Derbarê parlamentera Amedê Remziye Tosun de jî di 4 mehan de 8 felzleke hatin amadekirin, parvekirinên Remziyeyê yên li ser medya civakî û tevlibûna wê ya merasîma cenazeyan sûc hatin hesibandin. 
 
'Em ne wekîlên meclisê yên gelê xwe ne'
 
Remziye fezlekeyên ku hatine amadekirin wekî "Faşîzm" bi nav kirin û got ku tu wateya van fezlekeyan ji bo wê tune ye. Remziye anî ziman ku ew bi îradeya gel hatine hilbijartin û gel ew şandine meclisê. Remziye di berdewamiyê de wiha got: "Em ê tevli mearasîma cenazeyên gel jî bibin û li dijî bêhiqûqî û neheqiyên ku tên kirin berteka xwe jî nîşan bidin.  Ew li bendê ne ku em ser bitewînin lê em tucarî serî natewînin. Bi fezlekeyan nikarin me ji rêya me bikin. Em ne wekîlên meclisê yên gelê xwe ne û em dnegê gel ê li meclisê ne."
 
'Kesê li dij îzilmê bêdeng bimîne dijminê gel e'
 
Remziye di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê her daîm li cem gelê xwe bin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dikarin destnedanê rakirin û me bigirin, ev ne titştekî ku heta niha nehatiye kirin e.  Lê nikarin me ji rêya me bikin. Li vî welatî her kes dikare her tiştî bibêje lê dema ku mijar dibe Gelê Kurd faşîzim bi hemû hêza xwe dikeve dewrê. Kesê li dijî zilmê bêden bimîne dijminê gel e û em nabin dijminê gelê xwe. Destnedana me rakirin nikarin têkiliya me bi gelê me re qut bikin."